01 april 2022

Li ser qedexeyên meha Remezanê

Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê meha Remezanê sibe dest pê dike. Li başûrê Kurdistanê û li hin welatên din îro dest pê kir.
Li gorî dibêjin li Kurdistana Federe qahwexane, pastexan ewê bi roj girtî bin, vekirina wan hatiye qedexekirin.
Aşxaneyên vekin jî ewê giş bi perde bin.
Yanî kes ewê nikanibe eşkere xwarinekê bixwe, tiştekî vexwe, cixarê bikşîne. 

Biryara girtina qahwexane û pastxaneyan şaş e, neheqî ye, dibê meriv vê biryara hukûmeta Kurdistanê rexne bike.

Dibê hukûmeta Kurdistana Federe Kurdistanê neke Tirkiye, Îran, Siûdî û Afganîstan.

Li Kurdistranê bi girtina qahwexane, çayxane û pastexaneyan gelek însan mehekê di malên xwe da dibin hefsî, dereke herinê namîne.

Qada jiyana sosyal li însanan pir teng dibe.

Ez bawer dikim li gelek bajarên Kurdistana bakur jî wiha ye. Bi baweriya min ev ne rast e. Kesên dîndar, bawermend, kesên rociyê digrin zulmê li xelkê dikin.

Kesên bi rocî dibê xwarin û vexwarinê li kesên bêrocî qedexe(yasax) nekin, ev ne rast e, ne daxwazeke demokratîk e.

Heger îradeya kesên rociyê digrin hewqasî zeîf e bira negrin. Heqê kesî tune ye kesên ne misliman, ne bawermend, ne bi rocî mecbûrî xwrin û vexwarina bi dizî bike, ev neheqî ye.

Li welatên azadî û demokrasî lê hebe tu hukûmet aşxane, qahwexane, pastexane, ciyên kêfê nade girtin û însanan mecbûrî xwarin û vexwarina bi dizîka, ne eşkere neka.

Kî rociyê digre, kî nagire bi kêfa xwe ye. Lê kesên bi rocî dibê hin tevgeran, hin tiştan li kesên bêrocî qedexe nekin. Alim, mezin û rîsipiyên misilman, kesên dîndar dibê şiklê jiyana xwe li ser kesên wek wan nafikirin mecbûr nekin, ev dîktatorî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE