01 april 2022

Cesareta medenî

Bi meriv ra(bi însên ra) cesareta medenî hebe baş e. Dibê însan biwêribe raya xwe, fikrê xwe, bîr û baweriya xwe bibêje; gava hewce be hestên xwe bide der.

Tiştê nekeve serî, rast nebîne ji bo xatirê hinekan qebûl neke, bibêje nakeve serê min, ez rast nabînim.

Dibê meriv nebe tûtî(papaxan), nebe siya xelkê.

Pêşketin bi vî hawî çê dibe, rastî bi vê riyê tê dîtin. Fikir şexsîyet e, dibê meriv şexsîyeta xwe biparêze.

XXX

Xeberên(nûçeyên)telewîzyonên swêdî piranî li ser şerê Ûkraynayê û Rûsyayê ne. Ez li her xeberê dinêrim. 

Piştî ez bajarên wêranbûyî, termên li erdê, gorrên komî, însanên ji bêçaretiyê wek baranê hêsiran dibarînin dibînim kezeba min dişewite, hema hema dikevim teprasyonê, ji xwendin û nivîsandinê sar dibim. 

Kovanek mezin li bedena min belav dibe, dilê min digvêşe.

Şexsek kane welatekî wêran bike, bi milyonan însanî bi çol û çepelan xe.

Seddam Husên, Xumeynî, Daîşê û Erdogan çi anî serê me, Pûtîn jî eynî tişt anî serê ûkraniyan.

XXX

Rojnameya tirkî Cumhûrîyetê di sernivîsa xwe ya 16ê adarê da gotiye:

”Li Îranê cumhûrîyeteke kurd a serbixwe ava bû. Hedef, kurdên Îranê û yên welatên mintiqê hemûyan bike yek.”

76 sal berê tirkan zanîbûne armanca Komara Kurdistanê yekîtiye miletê kurd û avakirina Kurdistana mezin e.

Wê demê him armanca serokên kurdan ev bû, him jî neyarên me ev yek zanîbûn.

Serokên kurdan yên wê demê wek yên nuha ne newêrek bûn, hedefa wan Kurdistaneke serbixwe bû…

Not:Kupora rojnameyê di malpera Baran Zeydanlioglu ya Twîtterê da heye.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE