01 april 2022

Hewa Swêd xapînok e

Danê nîvro(saet 11.30î da)min û xanimê ji mal da rê, em çûn meşa xwe ya rojane.
Em çer gihîştin ber gola xwe, asîman reş xeniqî, ewrekî tarî xwe berra ser me da û berfê dest pê kir, di nav çend deqeyan da erd sipî kir.

Me meşa xwe kin birrî û berê xwe da malika xwe. Bi rê da jinek û keça xwe rastî me hatin, jinikê bi îngilîzî pirsa riya metroyê ji me kir. Kayişa kûçikekî biçûk di destê jinikê da bû, kûçikekî şîrîn bû, xwe vir da, wê da hol dikir.

Metro 3 km dûr bû, îzahkirina rê zor bû, me got ya baş em wan bibin metroyê.
Min got hûn ji Polonyayê ne?

Jinikê got na, em ji Ûkraynayê, ji Kîewê ne.

Dilê me bi wan şewitî, bajajarên wêran hatin ber çavê min. Min û xanimê got baştir em wan bibin metroyê, bira li vê çolê zêde negerin û şil nebin.

Min bi îşaretan got bidin dû me, em meşiyan, wan da dû me, me ew û kûçikê wan ê şîrîn bir teslîmî metroyê kir û em vegeriyan mal.

Piştî me qahwa xwe çê kir, berfê vekir, roj derket, dinya bû bihar, meriv kanîbû xwe bida ber rojê.
Îklîm û hewa Swêd wiha ye, di nav çend deqîqeyan da geh dibe zivistan, geh dibe bihar.

XXX

Çend roj berê li Stockholmê bû bihar, germîyan derket 15-16 derecê. Me gişan kêf kir, me got wele îsal bihara me zû hat.

Lê em jî û kulîlkên hewşa me jî xapiyan, zivistana me poşman bû, bi paş da hat, îro Stockhol 5-6 derece di binê sifirê da sar e.

Erê roj heye, lê sar e. Kulîlkên me hefta borî kêf kirin, serên xwe ji binê axê derxistin, lê ev çend roj in sar û sermayê da ser, feqîran qefilîne, hustu xwar kirine.

2022-03-31


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE