02 april 2022

Ji %7ê zarokên me bi kurdî zanin !

Li gorî lêkolîna Merkeza Lêkolînên Kurdî û Rawestê bi hev ra kirine li Wanê, li Diyarnekrê, li Mêrdînê û li Rihayê li dora ji %60ê dê û bavan bi kurdî dipeyivin, lê jimara zarokên bi kurdî dipeyivin ji %7 e.

Wê demê rahma Xwedê li me be, li bakurê Kurdistanê kurd bi tevayî asîmîle bûne. Tirkan bi alîkariya siyasetmedarên kurd miletê kurd helandin, qedandin.

Gava rêjeya(jimara) zarokên bi kurdî dipeyivin dakeve ji %7a tu kes, tu hêz nikane miletê kurd ji mirinê xelas bike.

Kurdên, siyasetmedarên dev ji tirkî bernedan, bi zarokên xwe ra bi tirkî peyivîn bira nuha kêf bikin. Di vê felakata mezin da bi qasî dewletê kurd jî, siyasetmedarên kurdî sûcdar in. Kurd li zimanê xwe xwedî derneketin, wan bi xwe zarokên xwe asîmîle kirin.

Ez tiştekî din jî bibêjim. Heger hindî, pakîstanî, bengalî giş asîmîle bibûna, zimanê wan biba îngilîzî jî ew nedibûn îngilîz, dîsa jî ewê hindû, pakîstanî û bengalî bimana. Çimkî dînê wan, rengê wan û coxrafiya wan û ya îngilîzan cihê ne.

Heger fasî, cezayirî û tunîsî bi tevayî asîmîle bibûna, dîsa jî nedibûn fransis, ewê ereb bimana. Çimkî dînê wan û coxrafiya wan û ya fransizan ne yek e, dûrî hev in.

Lê heger ji %93ê me asîmîle bûbe em kurd namînin, sedî sed emê bibin tirk.
Miletê ji %93ê wî asîmîle bûbe miletekî mirî ye, heliya ye.

Li gorî vê ankêtê emrê me yê kurdmayinê herî zêde 20-30 sal maye, dema mezinên, dê û bavên nuha bi kurdî dipeyivin bimrin mesela me kurdan diqede, wek milet êdî xalis muxlis em tirk in.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE