02 april 2022

Çend rêz ji bîranînên min -80-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1987-04-02

Min ji Armancê ra hin nivîs, xeber hazir kirin, piştî saet deha çûm Kurdistan Pressê. Min û Nîmet Aydin nivîsên Armancê xwendin û nivîsîn. Orhan Kotan ji me ra mîzanpaja Armancê çê dike, em jî nivîsan dixwînin û dinivîsînin. Saet 01.00ê da hatim malê. Ji hal da ketibûm. 


Metînê birayê min mektûbek û 6 risim şandibûn. Min dûr û dirêj li risman mêze kir, kela dilê min rabû. Bi Xwedê dûrî, xerîbî zor e, risim jî kela dilê meriv radikin û giriyê meriv tînin.

XXX
1996-04-02

*Kitêbên min ji Weşanxaneya Ordfrontê xwestibûn hatin. Sê kitêb in. Ev cara pêşî ye ewê kitêbeke Henînng Mankell têkeve kitêbxaneya min. Heta nuha min tu kitêbeke wî nexwendiye. Nivîskarekî romanên dedektîf e, têra xwe meşhûr e. 


*Abid Dundar nivîseke xwe a bi kurmancî da min ji bo ez jê ra rast bikim. Min rast kir, zimanê wî ne baş e, gelek şaşiyên rastnivîsê tê da hene. Lê meriv hêdî hêdî fêr dibe.

*Min ji hevpeyvîna Mûrdahan Mûngan îşev jî hinekî din jî wergerand.Min nîvî kir. 

Cara pêşî dema min xwend, min cumleyên hewqasî beloqanî, şaş tê da nedîtibû.
Nuha gava ez werdigerînim dibînim zimanê wî  qet ne xweş e, gelek hevokên wî seroqûnî ne, zimanê wî ne tekûz e, wergera hin beşan pir zor e.
Ji hin peyvan baş nayê fêmkirin. Helbet di vir da rola axaftina dîrekt heye. Çer peyivî ye wan jî wer nivîsî ye.
Xwezî dûra bixwenda û rast bikira. Lê diyar e hevpeyvîn nexwendiye.
Feqet dîsa jî hevpeyvîneke pir xweş e, jixwe lema werdigerînim.

 

XXX
1999-04-02

Tirk nahêlin meriv li vê kanala nuh(CTV) temaşe bike, dema dor tê ser xeberan di cî da perazîteke mezin dest pê dike, bêyî xije xijê meriv tiştekî nabîne. Ev zulmeke mezin e.

Xweng û birayê Ocalan îro bi abûqatên wî ra çûn serdana wî. Li gor xebera kanalên tirkan dibê di pişt camê da hev û du dîtine, nehîştine bigihîjin hev.

Şerê Kosovayê mala me şewitand, kes qala kurdan nake. NATO bi rakêt û bi balafiran li sirban dixe, newêre ji reşayê êrîş bike.

Heta nuha nêzî milyonek kosowî cî û warên xwe terk kirine,

derbasî Arnawistanê, Makedonyayê û Tirkiyê bûne.

Bi sedhezaran hîn li çolan, di rewşeke pirr xerab da ne.

XXX
2010-04-02

Merheba Abdulkadir*, Gelek sipas ji bo lêpirsîna te, ez gelkî

kêfxweş bûm.

Abdulkadir, weleh îsal di meha hezîranê da piştî 30 surgûniya

"Roma bêbext" ez diçim welêt, em bi malbatî diçin.

Nuha heyecan û taya çûna welêt ez girtime û hezîran jî bi lez û bez nêz dibe.

Lema jî îsal ne mimkûn e ku ez werim Almanya, lê salek din

mimkûn e.

Esas ez jî dixwazim carê werim egîd û mêrxasên çûva

bibînim...

Carek din gelek sipas ji bo meyla te.

Têm çavên te û zarokan, silavên min bigihîne xanima xwe û jî

bimîne di xweşiyê da.

Zinarê Xamo

*Abdulkadir Ulimaskan

 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar