03 april 2022

Însan û umrê dewletan

W. S. Landor: Dewlet jî wek însên in, çê dibin, mezin dibin, kamil dibin, îxtîyar dibin û dimrin.

Erê rast e, wek însên dewlet jî ne ebedî ye, rojek tê dimre û tiştekî din, ya jî çend tiştên din jê çê dibin.

Lê hin caran umrê hin dewletan pir dirêj dibe, bi sedsalan dikşîne. Em nikanin li bende mirina dewleta tirk ya xwezayî bimînin, dibê em umrê vê dewleta faşîst, ceberrût kin bikin. Gerek ev dewleta irqçî, faşîst ”mezin, kamil û îxtîyar” nebe, gerek zû bimre.

Gere kem wê zû gorr bikin; ya na ewê koka me biqelîne. Jixwe ji nuha da tiştek di me nehîştiye, em xistine ber sikratê…

 XXX

Meriv kêmasî û qusûrên xelkê pir rehet dibîne, lê yên xwe nabîne, naxwaze bibîne. Gava dibîne jî bi piranî qebûl nake, jê ra qal û qîlan dibîne.

Xwezî meriv bi qasî qusûrên xelkê qusûrên xwe jî bidîta. Belkî wê çaxê meriv êtir kamil hereket bikira.

XXX 

 Wîllîam James : Rewşa însên ya dinyayê wek ya pisikeke li kitêbxanyê ye, lê dinêre lê belê qet tiştekî jê fêm nake.

Camêr miqayeseyeke pir xweş kiriye, bi rastî jî meriv ji vê dinya tevlihev, xuloxwarî, mişt gelş û teşxele tiştekî fêm nake. Ji bo fêmkirinê ne zanîn, ne jî aqil têrê nake.

 XXX
Dema însan fahm dike neheq e li ber xwe dikeve, şerm dike. Lê ev şerm û heya bi berpirsiyarên Tirkiyê ra nemaye. Mêrikan her ku bi neheqiya xwe hay dibin bêtir bêrû û bêheya dibin. Lema hewqasî rûşuştî virek in.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE