03 april 2022

Çend rêz ji bîranînên min -81-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1987-04-03

Min Saîd Aydogmuş dît, min biryara komîtê û netîceya civîna bi endaman ra bi nivîskî dayê. XWend, îtîraz kir, got:
"Te gotiye Seîd ji xelkê pirsiye min di civînê da çi gotiye. Got ev ne rast e, min tiştekî wiha nekiriye.


Min got ez hîn jî wer bawer dikim lê madem tu wiha dibêjî ezê îfadeyê biguherînim. Min bi vî hawî nivîsî:
"Ne ji min, ji gotinên xelkê bawer dike..."
Bi baweriya min hin tişt înkar dikir.
Piştî nîvro çûm Ûppsalayê, me civîna Komîteya Partiyê çêkir. Necdet Gundem di nîvî da rabû, got karê min heye. Ez çûm mala Heyder Diljen. Nûriyê birê Gulîstanê hat em birin mala xwe, em bîstekê li wir man.
Ez wê şevê li mala Heyder Diljen mam.

XXX
1996-04-03

*Min nivîsa Abid Dundar rast kir û bir dayê. Kêfxweş bû, sipasî min kir.

*Min û Saîd Aydogmûş hev dît, me bîstekê sohbet kir. Ji ber ku min bihîstibû ew jî çûye kongreya hêzên sosyalîst û tevî wan bûye. Min xwest lê gudarî bikim, hela çi biryar girtine?

Kêfa wî ji netîceya kongreyê ra dihat, got pir baş derbas bû. Bîstekê qala minaqaşeyên kongrê yên îdeolojîk û siyasî kir, got me biryar girtiye emê partiyeke îlegal ava bikin.

Min jê ra got êdî ji partiyên îllegal, ji xebata îllegal tişt dernakeve. Ji dêlî wê va hûn partiyeke lagal, ya jî platformek legal ava bikin ewê gelkî çêtir be.

Wekî din jî got, têkliya Wîdan Tanrikulu bi vê partiyê tune ye û dema hat kongreyê jî wek şexs hat, têkiliya xwe bi Yekbûnê ra qut kiribû.

 

XXX
1999-04-03

Ji bo MED TVê îro meş hebû. Ez jî çûmê. Pirr ne qelebalix bû. Digotin di 12ê vê mehê da ITCê ewê biryara xwe bide. Di vê biryarê da ya ewê lîsansê ji bin da îptal bike, ya jî ewê cezayê peran bide MED TVê. Yanî rewş krîtîk e. Heger lîsansê îptal bikin pirr xerab e.

Tirk fêde û tesîra telewîzyonê baş zanin, lema jî ji bo MED TVê bigrin çi destê wan tê dikin, çi qewet û îmkanên wan hene xistine dewrê.

Ereb û faris tiştekî wiha nakin lê tirk ji bo girtina MED TVê kanin bi milyaran bidin.

 XXX

Ji Nedîm Baran ra

2023-04-03
Merheba Baran! Tu çawa yî ? Hêvî dikim tu û zarok baş in, siheta we li cî ye. Baran ezê çend kitêban ji te bixwazim. Heger tu bişînî ezê kêfxweş bibim, te neşand jî mala te ava be.

Bi silavên biratiyê.
Zinarê Xamo
2023-04-03 Heger te şand edresa min ev e:
Zinar Daran Förlikningsv. 94 145 60 Norsborg Stockholm/Sverige
-Pîrtûken Hecîye Cindî Hikyatêd Cimeata Kurda
-Şerafettin Kaya. Hayatimdan kesitler
-Kitêba Nameyên Nûredîn Zaza


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar