07 mars 2022

Tirkiye vê carê jî terorîstên ereb difroşe Pûtîn

Hin berpirsiyarên emerîkî ji medyayê ra gotine Rûsyayê gelek çete û terorîstên sûrî birine Ûkraynayê qada şer ji bo ku bi wan çeteyên ereb şerê nava bajaran bidin kirin.

Jixwe bi hezaran çeteyên çeçen ev hefteyeke bi rûsan ra li hemberî ûkrayniyan di şer da ne. Serokê Çeçenîstanê Kadîrov hin vîdeyên leşkerên xwe belav kir. Yanî beşdariya çeçenan rast e, vîdeo hene.

Medyaya swêdî jî vê îdîa emerîkiyan teyid dike, dibêje Pûtîn terorîstên Sûrî ji bo şerê nava bajaran birine Ûkraynayê.

Bi baweriya min rast e, ji bo ku leşkerên ûris zêde neyên kuştin, Pûtîn ewê ji Sûriyê, ji Tirkiyê, ji Çeçenîstanê û ji hin derên din çeteyên bi pera şer dikin top bike û li Ûkraynayê bajo cepheya şer.

Lê herçî birina terorîstên ereb û Sûrî ne bêyî destûra Erdogan ne mimkûn e, hetanî Erdogan destûra çûna wan nede ew nikanin herin. Çimkî terorîstên Sûrî girêdayî artêşa Tirkiyê ne, heta Tirkiye wan neşîne ew nikanin herin.

Ji bo ku Pûtîn li Sûriyê bela xwe di Tirkiyê nede, Tirkiyê ji Sûriyê û ji Kurdistanê dernexe Erdogan amade ye her alîkariyê bi şerê Pûtîn ra bike.

Erdogan çawa ku çeteyên îslamî, terorîstên Sûrî ji bo ku li hemberî Êrmenîstanê şer bikin firot  Azebêcanê, ewê bi kêfxweşî bifroşe Pûtîn jî.

Di vê tîcaretê da zirara wî tune, lê kara wî pir e, ewê him delaliya xwe ji Pûtîn bistîne, him jî li Sûriyê ciyê nigê xwe saxlemtir bike.

Erê tirk bi devkî wek dostên Ûkrayanê dipeyivin û hin alîkariyên sembolîk jî bi Ûkraynayê ra dikin, lê belê di meseleyên muhîm da bi Pûtîn ra ne, Pûtîn ji Erdogan çi bixwaze ewê bidê û bike.

Ji bo Erdogan Sûriye û Kurdistana Rojava, Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Sipî ji Ûkraynayê pir muhîntir e. Ew ji bo xatirê ûkrayniyan tu carî nabêna xwe bi Pûtîn ra xera nake.

Pûtîn nuha bûye wek gurê devbixwîn, wek marê birîndar, pir talûke ye; di rewşeke wiha da Erdogan tu carî Pûtîn naazirîne, yanî wî zêdetir hêrs nake.

XXX

Di şerê ûrisan û Rojava da tirk mêrikan tim li karê derketine.

Di şerê Cîhanê yê 1ê da tirkan Bolşewîk û Rojava baş xapandin û bûn xwedî dewlet û Kurdistan jî ji me stendin. Yên li zirarê derketin em bûn. Em him bûn bindest, him jî welatê me ket bin destê sê dewletên nuh.

Nuha jî di şerê Ewrûpa û Rûsyayê da kîjan hêl qezenc bike jî îhtîmal heye dîsa tirk li karê derkevin.

Çimkî mêrikan herdu aliyan jî baş îdare dikin, ramûsanên xapandinê didin NATO û Ewrûpayê jî, didin Pûtîn jî. Him di himêza Pûtîn da ne, him di hêmêza Bîden da ne.

Derdê tirkan em in, dxwazin em nebin xwedì maf.

Yanì hesabên wan hemû li ser me ye. Dibêjin kîjan hêl qezenc bike jî gerek Kurdistana rojava û Sûriyê ji destê me dernekeve.

Li gorî wê herdu aliyan jî baş îdare dikin. Û serketî jî xuya dikin. Çimkî kartên di destê wan da ji yên me xurttir in, dewlet in, kanin gelek tiştan bidin herdu aliyan.

Hêvî dikim texmîna min şaş be, dek û dola û durûtiya wan pere neke, hesabê wan pûç derkeve.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE