08 mars 2022

General û esalet

Lawê yekî koşkar xwendibû, bûbû generalekî baş. Rojekê di civînekê da bala xwe dayê generalekî din paşgotiniya wî dke, bavê wî biçûk dibîne, dibêje ew lawê koşkarekî ye.

Generalê lawê koşkêr dageriya ser, jê ra got:

-Rast e ez lawê koşkêr im û di malbata me da esilzadetî ji min dest pê dike, lê di malbata we da ji te diqede.

 

Pirsa hakim

Di mahkima doza hevduberdanê da hakim ji lawikê biçûk pirsî:

-Tu dixwazî li ba bavê xwe bimînî ya jî li ba diya xwe?

Lawik hinekî fikirî, dot:

-Erebe ji kê ra bimîne ez dixwazim li ba wî/wê bimînim.

 

Şîr

Yekî hinekî aqilsivik ji hevalê xwe pirsî:

-Bi ya te ji bo çi ji zarokan ra şîrê dê tercîh dikin, ne yê mangê?

Hevalê wî got:

-Ma tu nizanî? Ji ber ku ambalaja şîrê dê xweşiktir û sempatîktir e, lema.

 

Îrade

Kalekî parsekê zeîfokî li kuçake Diyarbekrê jineka qelaw, di ser hev ra gerîyayî sekinand, jê sedeqeyek xwest, got:

-Xanima delal, ev hefteyeke min tiştek nexwariye, xêra miriyên xwe çend lîra bide min, ez pê zikê xwe têr bikim.

Jinikê got:

-Wele helal be ji te ra. Xwezî ev îradeya te bi min ra jî hebûya...

 

 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE