08 mars 2022

Quloçê pezkûvî û şêr

Dibêjin rojekê pezkûvîyekî tî çû ser kanîyekê ji bo ku avê vexwe, tîna xwe bişkîne. Li ser kanîyê sekinî û li refleksê(eksê, sûretê) xwe yê di avê da temaşe kir.

Ew bi kuloçê xwe yên mezin serbilind bû, lê ji nigên xwe yên ziravokî qet hez nedikir, jê nefret dikir.

Wî hîn li sûretê xwe yê di avê da xuya dikir temaşe dikir, şêrekî ji nişka ve da ser piştê. Pezkûvî zû bi şêr hesiya û baz da, medeke baş ji şêr dûr ket.

Nigên wî yên dirêj û ziravokî li deştê ew ji ber şêr xelas kir, çimkî bi saya nigên xwe yên dirêj û ziravokî ew ji şêr bezatir bû.

Lê dûra çû ket nav daristanê, ket nav dereke mişt devî û dirrî, qirş û qal. Quloçên wî yê mezin li devî, dirrî û guliyên daran aliqî, kir nekir nikanîbû xwe xelas bikira, di nav devî û guliyên daran da asê ma û şêr xwe ji par ra gîhandê.

Pezkûvî di nav pençeyên şêr da, li ber mirinê ji xwe ra got:
-Ez yekî çi bextreş û nezan bûme ! Ew hestiyên min hewqasî ji wan nefret dikir ez xelas kirim û ev quloçê ez pê pir serbilind bûm ez dam girtin, bû sebebê mirina min…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE