Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1987-03-09
Ez bi Ehmedê KUK-SE(Seyidxan Mercan) ra peyivîm. Min mesela yekîtiya me jê pirsî. Got wele gelkî dirêj bû, me dixwest zû bibe, lê nebû, baweriya me ew e ewê hîn jî bajo. Lema me got na, me dev jê berda.
Tiştê min jê fêm kir sûc dixe hustuyê me, dibê ji hevalên we da bû...
1987-03-09
Do civîna Komîteya Partiyê li komelê çê bû. Mahmûd Kîper ji komîtê îstîfa kir. Kesî îtîraz nekir, îstîfa wî hat qebûlkirin.
Di civînê da em li ser girtina Xalid(Şêxmûs Cibran)peyivîn. Ji hundur înformasyon hatibû.
Min bihîst Apociyan li Munîhê êrîşî Newroza KOMKARê kirine, yek hatiye kuştin, yek jî birîndar bûye. Dibêjin herdu jî Apocî ne.
Cardin dibêjin li Hamburgê û Hanoverê jî di nabêna wan û hevalên me da şer derketiye. Li Hamburgê afîşê hevalên me çirandine, li Hanoverê jî xwestine bi zor têkevin semînerê. Ev xeber Îskender Edîz ji min ra got, heta nuha min nebihîstibû.
XXX
1996-03-09
Îro min bi destbirakê xwe Weysî Zeydanlioglu ra li ser
girîngiya nivîsandinê hinekî sohbet kir. Min jê ra got, li ser tarîxa me,
tarîxa Betlîsê û terîqetan tu bi gelk tiştan zanî. Lê tu nanivîsînî.
Li ser çi
dibe bira bibe her tiştê tu nuha binivîse sibe ewê ji nifşên li dû me ra lazim
bibe, ewê fêdeyeke mezin bigihîne wan. Însan ewê ji nivîsên te, ji bîranînên
te, ji zanînên te hin tiştan fêr bibin.
Netîce got ez difikirm li ser Betlîsê, li ser Teşkîlata Azadiyê û li ser Tevgera Şêx Seîd û Şerefnameyê hin tiştan binivîsînim. Got li ser van mijaran min gelek belge jî dane hev. Înşela ezê rojekê dest pê bikim.
Esas cangiraniyê neke kane gelek tiştan hêja, yên nehatine nivîsîn binivîse. Çimkî zanîna wî ya tarîxê pir baş e. Hafiza wî pir xurt e. Heger tembeliyê neke ewê kanibe xizmeteke pir hêja ji tarîxa me ra bike, di tûrikê wî da gelek tiştên xweş hene. Lê nanivîsîne.
Jixwe bi pirranî wiha ye, yên nizanin dikin, dinivîsin û yên zanin jî nakin û nanivîsin, zanîn xwe bi xwe ra dibin gorrê.
XXX
1999-03-09
*Rojen lawikê me nexweş bû, agirê wî hebû, heta sibê xew
nekir, çend caran jî verşiya.
Ev 13 roj bûn şufêrên otobozan di grewê da bûn, îro grew
dawî hat û me jî bi vî hawî rehet kir. Heta nuha ez peyatî diçûm Gullmarsplan,
sibe ezê ji vî ezabî xelas bibim.
*Di mesela Abulah Ocalan da tiştekî nuh tune ye. Serî li
abûqatan digerînin, nahêlin herin bibînin. Ji roja birine Tirkiyê û virde hew
carê, ew jî bîst deqîqeyan musaade kirin Ahmed Okçûoglû wî bibîne.
Îro jî rojnameya Sabahê di manşêta xwe da gotiye Abdullah Ocalan esrarkêş
derket. Ji ber ku esrarê nakşîne hin nexweşiyan xwe li canê wî dane der.
Diyar e hîn jî îfada wî digrin û di bin îşkencê da ye, belkî jî dermanan didinê
û derziyan lê dixin. Li piyasê îdîayên wer hene. Ev hewqas roj in ev zulm li
ber çavê dinyayê dibe û kes jî reaksiyoneke ciddî nîşan nade. Em miletekî bêkes
û û pişt in.
XXX
1986-03-08
Federasyonên xerîban hemû ji bo bîranîna Olof Palme(serokwezîrê Swêd bû, di 28ê
sibatê da hat kuştin)saet di 16a da li Sergelstorgetê civiyan. Li ser navê
partiya Sosyaldemokrat, Palme serokê wê bû, wezîrê karên derve Stên Andersson
peyivî. Axaftina wî pir baş bû, min eciband. Li dijî dijminatiya xerîban û
irqçîtiyê derket.
Swêdî naxwazin kuştina Olof Palme hêzên irqçî, faşîst xurt bike.
Piştî meşê ez çûm mala Henefî Celeplî, min li kompîtora wî nêrî. Li wir min
Dîwana Cegerxwîn a 8a dît. Henefî çap kiriye. Min berê nedîtibû. Salih Înce,
Mahmûd Kîper, Dr. Nacî Kutlay jî hatin wir. Em li ser rewşa Federasyonê, gelşên
nabêna hêzan peyivîn. Salih Înce digot ez nikanim bi xebitim. Henefî jî digot
hegere kadroyekî baş tunebe ez jî naxebitim. Digot gerek kesên ji heq vê xebatê
tên têkevin komîteya kargir.
Em giş di wê fikrê da bûm, me digot dibê partî midaxeleyî Federasyonê nekin û
însanên ziman zanin têkevin organên Federasyonê.
Lê her partî wiha nafikire, dixwaze hevalên xwe bikin berpirsiyar.
XXX
2017-03-08
Ji Cemal Ozçlîk ra
Merheba Cemal!
Bi baweriya min ev nivîsa te gelkî xerab e. Nayê bîra min, min nivîseke te ya
hewqasî xerab û tije teoriyên komloyê xwendibe. Te heta Daîş û êrîşên wê yên
ser kurdan jî Tirkiyê jê bêrî kiriye û kiriye planeke Emerîka…
Neyse, axir wek
dostekî min got ez bibêjim ev nivîsa te qet ne bi dilê min e û piraniya îdîayên
te jî ne rast in…
Gelek silavên dostaniyê
XXX
2017-03-08
Cemal dîtinên xwe parastiye, li gorî wî Amerîka li pişt her
xerabiyê ye. Min ev bersîv dayê.
Cemal, birayê ezîz di nivîsê da tiştên ez ne pê ra me pir in. Carê tu dibêjî “îdareya Obama Daîş bera bedana kurdan da û xwest bi vî hawî kurdan bîne rê.
Ev ne rast e. Daîş projeyeke Tirkyê ye û bi plan û
organîzeya Tirkiyê Mûsil îşxal kir û dû ra jî êrîş bir ser kurdan.
Îşxala seferatan Tirkiyê tiyatro bû û ji bo kurdan
bixapînin.
Piştî îşxala Mûsilê gelek eşîrên ereb bi Barzanî ra civîn çêkirin, gotin em dostên hev in, tu derdekî me bi we ra tuneye.
Lê piştî çend
roja êrîşî Şengalê û Hewlêrê kirn. Ev plana tirkiyê bû. Heger ne mudxala
Emerîka bûya Hewlêr ketibû.
Tu viya nabêjî, tu Daşîê bi Emerîkayê ve girê didî, êrîşa
Şengalê û Hewlêrê dikî planeke Emerîka.
Ez fêm nakim tu çawa kanî tiştên wiha bibêjî !!!
Tu li Şengalê zorbtiya PKKê bi heq dibînî û mudaxeleya
pêşmergeyan jî wek operasyonek Tirkiyê, wek Mertalê Ferêt ya duyem dibînî.
Tu Mesûd Barzanî wek piyonekî di destê Tirkiyê da dibînî.
Tu hemû şer û teşxeleyên Îraqê û Sûriyê bi şeytaniya Emerîka
ve girê didî. PKK tevgereke çep û antî Amarîkan e.
Ji serê salan da ye Emerîka, PKKê wek hêzeke terorîst qebûl
dike. Lê tu alîkariyeke wek mutefikekî li Sûriyê ji PYDê ra ji Emerîka dipê.
Tu wek mutefikekî bêbext qala Emerîka dikî. Keko Emerîka li
dijî PKkê û PKK li dijî Emerîka ye.
Tu dibêjî Emerîka li Kobanê berê neçû hawara PYDê û PKKê.
Çima ewê here?
Emerîka ji bo çi ewê li Kobanê tavilê here hawara PYDê û
kurdan?
Ma Emerîka mutefikê PKKê û PYDl ye?
Ma sozek dabû wan û dû ra ew xapandin?
Xêra qîrîn û hawara kurdan û zextên Barzanî û kurdên başûr
Emerîka di deqîqeya dawî da mudaxele kir. Nekira jî tu mafekî me li ser Emerîka
tunebû.
Tiştê îro Emerîka ji bo kurdan dike me di xewna xwe da
bidîta jî me jê bawer nedikir.
Lê tu bi
termînolojiya çepekî tirk(ji nivîsê wer tê fêmkirin, lema min got.
Ya jî min wisa fêm kir) êrîşî Emerîka dikî. Welhasil ev
nivîsa te ya îcar nivîseke pir ecêb e.
Bi baweriya min di nivîsê da perspektîveke avakar û netewî
tuneye, te wek çepekî klasîk, wek yekî PKKyî li gelşan nêrî ye.
Têkiliya PDKê û Barzanî ya bi Tirkiyê ra bêguman dibê meriv
rexne bike û tu zanî ez jî tim rexne dikim.
Lê ne bi vî rengî. Bi baweriya min jî tesîra zextên Tirkiyê
di şerê Şengalê heye. Ji xwe tirk vekirî dibêjin, heger kurd PKKê ji wir
dernexin û ewê mudaxele bikin.
Wek mesela Minbîcê. Tiştê PYDê li Mibîcê kir, dibê PKK jî li
Şengalê bike, ev biaqilî ye. Lê tirk nebêjin jî dibê PKK di mayinê da israr
neke.
Ev saleke li ber hev didin PKK dernakeve. Ma nuha PDK here
têkeve Qamîşloyê û bibêje ez dernakevim rast e? Dibê tu partî tiştekî wiha
neke.
Tu mafekî PKKê yê bi heq tuneye ji Şengalê dernekve.
Piştgiriya YBŞ ne na kerekê kurdên welatparêz e.
YBŞ dixwaze Şengalê bi Bexdayê ve girê bide. Kurd jî
dixwezin bi Kurdistanê bibin ser Kurdistanê.
Lema jî dibê PKK ne bi YBŞê ra, bi PDKê û hukûmeta
Kurdistanê ra be.
Li başûr erdekî azadkirî û bi problem be jî îktîdareke meşrû
heye heye, ne rast e PKK vê îktdara meşrû nas neke û bibêje ez ji vir
dernakevim û kantonan îlan bike. Ev ne li kara kurda ye, netîceya wê şer e û
malwêranî ye.
Wek kurd dibê meriv ji PKKê ra bibêje ji Şengalê derkeve û
têkiliyên xwe bi kurdên başûr ra xweş bike. Û ji bo derneketinê ji PKKê ra
hincetan nebîne.
Dibê meriv viya ji PKKê ra bibêje û di mesela têkiliyên bi
Tirkiyê ra jî Barzanî pir sert rexne bike.
Min ev çend numûne ne ji bo te rexne bikim, ji bo tu fêm
bikî ez li dijî çi me, nîşan dan.
Lê belkî ez şaş bim..
Axir te fikirê xwe gotiye…
Gelek silavên dostaniyê.
Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Nya kommentarer är inte tillåtna.