07 mars 2022

Çend rêz ji bîranînên min -57-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-03-07

Ezê biçûyama civîna Komela Stockholmê. Berî ez herim, min li Ahlénsê rojnameyek swêdî kirî.
Ahlens, mixazeyeke pir mezin e, ji kincan bigire, hetanî bi mêwe û sebze, her tiştî difroşe. Li her bajarê Swêd herî kêm yek heye. Li Stockholmê çend heb in.
Bi rê da ez pê hesiyam min cuzdanê xwe li wir hîştiye. Hîn ez pir dûr neketibûm.
Min şûn da baz da, vê carê şansê min hebû, kesî nebiribû, keçikê da min.


Ez çûm civînê. Di civînê da tiştekî muhîm nehat peyivîn, me hinekî sohbet kir.
Ji wir ez çûm tiyatroya Dramatenê. Ecêba giran, îşev jî nelîstin. Gotin lîstikvanek hîn nexweş e. Min bilêta xwe texîrî îniya tê kir. Hêvî dikim heta wê rojê nexweş sax bibe.
Kungliga Dramatîska Teatern, yanî Tyatroya Dramatîk a Qiralîyetê. Sahneya Swêd ya netewî ye. Dramaten, di sala 1788a da hatiye damezirandin. Heyşt(8)sahneyên wê hene. Salê li dora hezar piyes tên lîstin.
Tiyatro ji sala 1908a û vir da ye li vî ciyê xwe yê nuha ye.


XXX
1987-03-07


Saet di 13.00a da Federasyonê li dijî sefareta Tirkiyê protestoyek çêkir. Ez hinekî derng çûm. Me êrîşa Tirkiyê ser başûrê Kurdistanê protesto kir. 
Piştî meşê çûm şeva jinan.

XXX
1996-03-07

Îro mahkima Yaşar Kemal bû. Li gorî xeberên radyo û telewîzyonan 18 meh ceza danê, lê tescîl kirine.
Yaşar Kemal li dijî tescîlê derketiye, gotiye ez tescîlê naxwazim, ez dixwazim cezayê xwe bikşînim.

Ev daxwaza wî bihata qebûlkirin, yanî ewê têxistana hefsê ewê pir baş bûya. Li hemberî Tirkiyê ewê cepheyek fire çêbibûya. Lê bênamûsan baqil in, li alîkî dixwazin bi tiştên wiha çavtirsiyayî bikin, li aliyê din jî naxin hefsê.

 

XXX
1999-03-07

*Bulent Ecevît îro çû Diyarbekrê. Tedbîreke pirr mezin girtine, dibêjin li dora pênc hezar pûlis û nizanim çuqas tîm û cendirme wî diparêzin.
ERNKê jî do beyanek belav kir, got bira kes ji mala xwe dernekeve. Li gor xeberên telewîzyona MEDê bajar xirr û xalî xuya dike, kes ji mala xwe derneketiye.

XXX
2019-03-07

Ji Rojhat Amedî ra

Merheba! Birayê Rojhat, bi baweriya min dibê meriv ne ji ber tirsê, ji ber ku rast e û sutûn û çîmentoya hebûna me ye dibê bi kurdî binivîse. Min nivîsa te xwend, nivîsek baş e û te tiştên rast gotine. Gelek muhîm e kesên wek te, yên haya wan ji dîroka xwe û ji ya neyarên xwe heye bi kurdî binivîse. Dibê yên wek me ji keç û xortan ra bibin numûne. Heger em di nivîsîna kurdî da îstîqrarê nîşan bidin ewê li kara miletê me, piştî demekê emê fêkiyên îstîqrara xwe bibînin.
Bi silavên biratiyê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar