06 mars 2022

Kûçik, dîk û rûvî

Kûçik û dîk bûbûn destbirakên hev û bi hev ra wek du bira dijiyan. Bi hev ra dikirin, bi hev ra dixwarin û bi hev ra digeriyan. Kûçik dîk ji heywanê kûvî baş diparast.

Rojekê dîsa bi hev ra çûn geriyan. Dema bû êvar, dîk derket ser darê, li wir lûsiya. Kûçik jî çû di nav deviyên bin darê da ket û di xew ra çû.
Bi berbanga sibê ra wek her tim dîk dest bi bangdanê(bi azandanê) kir.

Rûviyekî li wan nêzîkan dengê dîk bihîst û tavilê tahma devê xwe xweş kir û baz da bin dara dîk li ser. Bi zarekî pir şîrîn ji dîk ra got:
-Birakê dîk, dengê te çi xweş e ! Hetanî nuha min tu carî li dengekî hewqasî xweş gudarî nekiriye. Ji kerema xwe dakeve jêr ez dixwazim te pîroz bikim.

Dîk got:
-Dibe, lê dibê tu berê destûrê ji kizîrê li bin darê raketiye bistîne. Hetanî ew nebêja dakeve ez nikanim dakevim.

Rûvî got belkî kizîr dîkekî din e. Dema li koka darê fitilî ji bo ku kizîr ji xew şiyar bike, dît ku kizîr kûçikekî wek fêrizekî ye, got nigo serî bi qurban, çirp û ji wir baz da, bi zorê canê xwe ji dest kûçik xelas kir.

Xemîşoka min li diyar e, rahme li dê û bavên guhdaran.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE