31 maj 2025

Kurd û erebên Îraqê xwe li hev serqot kirine


Hin partiyên Kurdistan Başûr li ser banga Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK´ê) li Pîrmamê civîyan.

Bexda li dijî peymana Herêma Kurdistanê bi hin şîrketên Amerîkayê ra çêkirin.
Bexdayê çend roj berê got, peymana Mesrûr Barzanî bi şîrketên Amerîkayê ra îmze kiriye ne qanûnî ye, ew vê peymanê qebûl nakin û meaşê mamûr û karkiran naşînin.

Ez li navê vî camêrî matmayî mam !


Berdevkê Komîsyona Hiqûqê yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan di Rûdawê da gazin ji Pakêta Dadê ya 10´a kiriye, gotiye ne li gorî daxwazên xelkê ye. 
Qey hukûmet dixwaze efûyekê derxîne, lê kurdan li derî efûyê bihêle. Wî jî ev yek wek neheqî dîtiye.

Navê wî bi min pir ecêb û sosiret hat, ”Ozturk Turkdogan”!*
Li gorî etîmîlojiya navê xwe dibê yekî xalis, muxlis, sedîsed tirk û pantirkîst be.

30 maj 2025

Em îro mîvanê kekê Omer Şêxmûs bûn


Îro ez û Keya Îzol mîvanê kekê hêja Omer Şêxmûs bûn. Kitêba xwe(bîranîn)û ya li ser xanima xwe Agneta Kling ji me ra îmze kir.

Rohat Alakom jî li wir bû, ew berî me hinekî çû.
Bîranînên wî bi soranî û bi erebî berê derketibûn. Nuha jî weşanxana DOZ´ê tirkiyên herdu kitêban çap kirine. Got kurmancîwan jî ewê çap bibe.

Li Amedê herin Qada Şêx Seîd û çend kitêban bikirin


Rojên Pirtûkên Kurdî li Amedê, li Derîyê Çiyê, li Qada Şêx Seîd di 27´ê mehê da dest pê kir, ewê heta 1´ê hezîranê dom bike.

Ji şansê weşanxaneyan yê xerab ra do li Amedê baraneke bi zirp barîye, gelek kitêbên wan telef bûne. Heta nuha nebarî bû, kanîbû du rojên din jî sebir bikira, lê nekir. Ji kurdan ra tim xerab tê.
Dîyar e weşanxaneyan jî ser standên xwe baş negirtine. Ez li ber ketim.

Deveyê bêegal

Danê êvarê bû, roj dikira biçûya ava. Kêrwîn ji bo ku wê şevê li çolê şevder bimîne haziriya xwe dikir.

Xortê selwan çû ba rêber, jê ra got:
-Keko, gelşeke me heye. 20 deve hene, lê 19 egalên* me hene. Egalek me kêm e. Deveyek ewê bêegal bimîne.
Rêber ji xort ra got:

29 maj 2025

Dewletên mezin dixwazin Kurdistana serbixwe ava bibe, dîsa serokên me naxwazin

Îro li dinyayê ji miletên bêdewlet yê nufûsa wî herî zêde kur din. Nufûsa kurdan ji 40 mîyonî zêdetir e, welatê wan ji alî çar dewletan va hatiye dagirkirin û miletekî bêdewlet in.

Hêzên emperyalîst di dema Şerê Cîhanê yê Yekê da Kurdistan kirin çar perçe. Di vê perçekirinê da sûcê serokên kurdan ji yên emperyalîstan ne kêmtir bû.

28 maj 2025

Şîreta Nêçîrvan Barzanî li kurdên rojava kiriye:Sûrîye welatê we ye, Şam paytexta we ye

Çaxa partiya DEM´ê û PKK veqetandinê, serxwebûnê naxwazin, Tirkiyê wek welatê xwe dibînin gelek kes wan rexne dikin, dibêjin vana bûne partiyên tirk, çimkî Kurdistanê, serxwebûnê naxwazin.

Lê Nîçîrvan Barzanî jî di vê axaftina xwe da eynî şîret li kurdên Kurdistana Rojava kiriye. Dibê hûn bibêjin Îraq welatê me ye, Şam paytexta me ye.
Gotiye di sala 2003´a da dema em çûn Bexdayê me jî eynî tişt kir.

Kapîtalîzim û pisqilêt


Morgan Freeman pesnê zêde pisqilêtê daye. Li gorî wî kapîtalîzimê her çiqas pisqilêt çêkiribe jî kapîtalîst ji pisqilêtê hez nakin. Çimkî xwediyên piqilêtê wek xwediyên otomobîlan fêdê nadin gerandina çerxa kapîtalîzmê. Di vî warî da çend numûne dane, gotiye:

-Kapîtalîzim ji piaqilêtê hez nake.
Çimkî ajotina pisqilêtê ji bo ekonomîyê xerab e.
Merivê pisqilêtê dajo erebê nakire, sotemeniyê bi kar nayne. Perê xwe nade sîxorteyê.

PKK çi bike hin kes li dij in

Di van salên dawî da gelek kesan digotin dibê PKK êdî dev ji şer berde, şer ji feydeyê bêtir êdî zirarê dide miletê kurd. Ez bi xwe jî yekî ji wan kesa me.
Ez hîn jî wer difikirim. Ji bo Kurdistana Bakur şerê çekdarî bêfêde ye, zirareke mezin dide tevgera kurd a netewî.

PKK´ê xwe fesx kir, got me dev ji şer berda, dîsa PKK´ê rexne dikin.
Ew kesên berê li dijî şerê çekdarî bûn, nuha jî li dijî çekdanîna PKK´ê ne. Îcar jî çekdanîna PKK´ê rexne dikin. PKK çi bike ne bi dilê wan e, xwe fesx dike jî rexne dikin.

27 maj 2025

Xarpêt çima bûye bajarekî hewqasî neyarê kurdan?


Do li Xarpêtê(Elezîzê)di maça Wanspor û Elazigsporê da teşxele derket. Alîgirên Elazigsporê ji trîbûnan tişt avêtin ji nava sahê da. Serê hakem şikya. Rezervazyonên otêlê betal kirin. Maç betal bû.
Alîgirên Elazigsporê êrîşî alîgirên Wansporê kirin, bûyerên ne xweş çêbûn.
Ev ne cara ewil e di nava siporciyên xarpêtî(Elezîz sporê) û kurdên bajarên din da teşxeleyên ne xweş derdê.
Sporciyên xarpêtî ji taximên kurdan hez nakin, tim bûyeran derdixin.
Xarpêt ji berê da ye(100 sal e) dewletê kiriye bajarekî faşîst, bi alîkariya dewletê hêzên antî-kurd lê xurt in.

26 maj 2025

PDK û YNK Kurdistanê li hev par bikin ji vê teşxeleya bêdawî çêtir e

Bi qasî ez dibînim û fêm dikim PDK û YNK´ ewê ji me ra tu hukûmet, mukûmetan ava nekin. Koalîsyona wan mumkûn xuya nake.
Ya baştir PDK û YNK Kurdistanê li hev par bikin. 

Bira mala Barzanî hukûmeta xwe çêke, mala Talabanî jî hukûmeta xwe çêke. Wê demê teşxeleya koalîsyonê namîne.

Berê tim digotin îro, sibe emê mizgîneke xêrê bidin we. Ev demeke qet qala mizgîna xwe nakin.

Kurdan dîsa gotine tifaq lazim e


Platforma Despêka Nû di 24-25ê gulanê da li Diyarbekrê bi navê "Di diyaseta kurd da yekîtî û rêya alternatîf" komxebatek çêkir.

Platforma Despêka Nû kî ne, çi kes in nizanim, tevgereke nuh e. Ser xêrê be.

Platforma Destpêka Nû li ser komxebatê gotiye,“Di komxebatê da fikra hevpar ev bû, diibê ”partî, kom û kesên ji bo mafên gelê kurd ên bingehîn têdikoşin bi hev ra tevbigerin.

25 maj 2025

Heger kurd bixwazin kanin zarokên xwe asîmîle nekin

Mahmûd Bozarslanê rojnamevan di malpera xwe ya X´ê da li dijî asîmîlasyonê xebereke xêrê da ye, gotiye:

”Ez bala xwe didimê, di van demên dawî da hin malbat di nava xwe da tirkî bipeyivin jî bi zarokên xwe ra kurdî dipeyivin. Jimara van malbatan her ku diçe zêde dibe. Wê demê micadela ji bo zimên vala neçûye.”

Xeberke xêrê ye, kêfa min anî. Hêvî dikim çavdêriyeke rast be û jimara malbatên wiha roj bi roj zêde bibin.

Şerê rûvî û kûçikê hesinger

Ji zû da bû rûvî nêçîrek nekiribû, zikê wî ji birçîna dikir qurre qurr. Ji mecbûrî çû nava bajêr. 
Li ber dikana mastfiroş ket ser satila mêst. Satil vala kir.
Çû ber firnê. Ji firnê çend nan revand.
Ji wir çû qesabxanê. Fersend ketê, hêta berxekî ji ser qesabekî revand. Dor devê xwe alast, zikê xwe baş têrr kir.
Kûçikê mastfiroş, yê firnê, yê qesêb û yê hesinger(hedad) bîna rûvî girtin, li hev kom bûn, gişan bi hev ra dan ser pişta rûvî.

24 maj 2025

Georges Polîtzer: Mamostê me yê çepîtiyê û felsefeyê yê destpêkê


Mehmet Mamaşê
hêja do derengê şevê di malpera xwe ya Facebookê da li ser fîlozof, psîkologê fransiz Georges Polîtzer parvekirinek kir.

Mamaş di parvekirina xwe da gotiye fîlozofê fransiz, nivîskarê kitêba Prensîbên Bingehîn ên Felsefê Georges Polîtzer di 23´ê gulana 1942´a da ji alî Nazîyan va hat guleberankirin.

Vê agahîyê ez veciniqandim. Min nizanîbû Georges Polîtzer ji alî Nazîyan va hatiye gulebarankirin. Polîtzer îdolê me yê xortaniyê bû, kesê kitêba wî "
Prensîbên Bingehîn ên Felsefê" nexwenda tunebû.

23 maj 2025

Ji Ataturk vir da tu lîderî bi qasî Erdogan civat teslîm negirtiye

Bavo dibê meriv qebûl bike, Recep Tayyip Erdogan merivekî pir cesûr e. Erê mêrik kûra derewa ye, dizekî çavbirçî ye, çavên wî ji pera, ji malê dinyayê tu carî têr nabe, lê pir cesûr e, bêtirs e, dajo ser her kozika, her hêza, her kesê ji bo xwe talûke dibîne.
Ji tu kesî natirse, tu kesî efû nake. Ji bona bi ser keve, raqibê xwe têk bibe her tiştî, her kerî maubah dibîne.

Merivên, hêzên kes newêre tiliya xwe berbî wan bike, Erdogan bêtirs dajo ser wan, dide girtin, bi salan ceza dike.
Wa ye di nav artêşê da li dijî merivên Fetullah Gulen dîsa operasyoneke mezin kiriye.

Hiso dixwaze xêrekê bike

Hiso merivekî şivan bû. Pismamê wî miribû, jina pismamê wî jinbî mabû. Hiso çav berdabû jinikê.
Hiso piştî 50 saliya xwe, ji nişka ve xwe li sofîtiyê danîbû. Digot, li gorî dînê îslamê zilamê bi jineke jinbî ra bizewice xêreke pir mezin dike, li ba Xwedê pir meqbûl dibe.

Hiso bi vê fikarê rabû çû ba meleyê gund. Jim mele ra got:
-Seyda, ez dixwazim xêrekê bikim.
Mele got:

22 maj 2025

Şeva çûnî jî ji kêfa xew li min gerîya

Berê ji tirsa xanî ewê neyê firotin xewa min nedihat, şeva çûnî jî ji kêfa hat firotin xew li min gerîya.

Min di serê xwe da pilanên barkirinê, çûna xaniyê nuh çêdikir. Emê çi bavêjin, çi bihêlin, çi bidin xelkê?

Di xanîyê nuh da emê kîjan tahmîratê, boyaxê bikin, di serê min da giş li bin guhên hev diketin.

21 maj 2025

Şikir me îro xaniyê xwe firot !

Hezar carî şikir, me îro xaniyê xwe firot. Kêfa me li cî ye. Ji tirsa ewê neyê firotin xewa me nedihat, em ketibûn hev. 

Hindik mabû ez û xanim bi hev ketana. Digot te wer kir, dibê me xaniyê xwe berê bifrota.

Me xaniyê xwe pir erzan da, lê tişt nabe. Li Swêd, bi taybetî jî li herêma me pîyase pir ketiye, xanî pir erzan bûne.
Ji bo wê jî me ji mecbûrî erzan da.

Li Sûriyê her tim kane şerekî hundir dîsa dest pê bike

Li gorî gotinê wezîrê karên derve Marco Rubîo serokê HTŞ´ê û qeyûmê Erdogan Ahmed Şara di devê topê da ye, Sûrîye dikele. Rewş xerab û talûke xuya dike.

Marco Rubîo gotiye heger hukûmeta Sûriyê sîyseteke şaş bimeşîne îhtîmala derketine şerekî navxwe û perçebûna Sûriyê heye.

Serokê meclîsa Tirkiyê Nûman Kurtulmuş ditirse aqûbeta gayê zer bibe ya wan jî

Serokê meclîsa Tirkiyê Nûman Kurtulmuş ditirse aqûbeta Îraqê û Sûriyê bibe ya Tirkiyê jî.
Nûman Kurtulmuş, du roj berê ev tirsa dilê xwe li Şirnaxê daye der, gotiye:
”Li ber me du rê hebûn.Ya emê wek gayê zer li bende bûna, heta dor dihat me, telef bibûna. Emê ji ber fêsadiyên hinekên din bi hev ketana, emê li bendebûna bajar bi bajar, kolan bi kolan ev welat perçe bibe, ya jî wek kurd û tirkên vî welatî emê li îradeya xwe xwedî derkevin, emê yekîtiya xwe çêkin. Û bi hev ra Tirkiyeke xurt ava bikin.”

20 maj 2025

Şîretên xwesîyê

Xwesîyê bûka xwe ya nuh li hemberî xwe daye rûnişkandin, dest bi şîretan kiriye, jê ra gotiye:

Keça min, baş guh bide min. Her roj xulqê min ne li cî ye. Hin rojan bînteg im, hin rojan bînfire û bi kêf im. Dibê tu viya bizanibî. Sê(3)hal û hawê min hene. Ez viya bi gulê nîşan didim.

1.Heger ez gulê bi sînga xwe ve kim, wê rojê ez pir bînteng im, hêrsbûyî me.

19 maj 2025

Dagirkerên welatê meriv tu carî nabin dilxwazên meriv


Li gorî xebera Rûdawê, medyaya Îranê gotiye Nêçîrvan Barzanî wek serokê dewletekê hat pêşwazîkirin, Îranê qedir û qîmeteke mezin da Nêçîrvan Barzanî.

Rast e, Îran viya tim dike. Ji bo serokên Îranê navê Kurdistanê, hildana ala Kurdistanê, dana pesnê serokên kurdan ne problem e; ji bo ku bigihîjin armanca xwe her fêlbazîyê, her durûtiyê pir bi profesyonelî dikin.

Gotinên xweş wek hevalên baş in

Çend gotinên xweş, bi fêde û manîdar. Hin gotin hene meriv ji wan aqil û fikir digire. Gotin hene meriv naxwaze bibihîze, hin gotin jî meriv ji bihîstina wan, ji xwendina wan têr nabe. 

Hin gotin hene dibin sebebê destpêka guherîna jiyana meriv. Gotinên manîdar wek hevalên baqil û çê ne, meriv dixwaze lê gudarî bike. 
Ka werin em guh bidin çend şîretên Şêx Edebalî.

-Bi kesê cahil ra nebe dost: Ilim nizane, îrafan nizane, tu yê xemgîn bibî.

18 maj 2025

Kûçikên hundurê însên

Li ser însên metaforeke xweş heye. Dibêje însan duruh in. Di hundurê însên da kûçikekî baş û kûçikekî xerab heye. Ev herdu kûçik tim bi hev ra şer dikin. Tu kîjanî baştir xwedî bikî ewê xurt bibe, ewê qezinc bike.

Dagirkerên welatê me kûçikê xwe yê xerab pir baş xwedî dikin. Di dilê her siyasetmedar, her serok û her birêvebirê Tirkiyê da kûçikê xerab bûye mazmaze, xurt û har bûye, nayê zeftê, tim êrîşê me dike, dixwaze me dabarîne.

17 maj 2025

Nevîyê me Aras îro hatibû serdana kalik û pîrika xwe


Neviyê(torinê)me Aras îro di ereba xwe ya emanet da hat serdana ma. Devê nagere ji me ra bigota dizên bêşeref ereba min revandin.

Bi ser nigan ketiye, ji bo ku bimeşe pir ecele dike, lê dikeve. Dibê meriv tim li dû be, ji bo ku nekeve û xwe neêşîne.

Em dilşad, mala me şên kir.

Dîya min digrîya, min lê temaşe dikir...

Bedran Sevkat qala wahşeta zindana Diyarbekrê û dema zîyaretên dayika xwe ya bi tirkî nizanîbû kiriye. 

-Dîya min a gotinek jî bi tirkî nizanîbû hatibû serdana min. Nobetdarek li ser serê min sekinîbû li me gudarî dikir. Heger min gotinek bi kurdî bigota, li ber çavên dîya min ewê li min xistana.
Heger dîya min bipeyivîya ewê hevdîtin biqedandina. Ji ber ku me bi vîya zanîbû û gelek caran hatibû serê me, me tenê li hev dinêrê.
Dîya min digrîya, min lê temaşe dikir, bêyî ku em gotinekê ji hev ra bibêjin hevdîtin diqedîya.

Bedran Sevkat, Zindana Diyarbekirê*

16 maj 2025

Aqil taca zêrîn e, li serê seokên me nîne

Di jiyanê da carnan dolaba meriv rast negere, îşê meriv rast neçe normal e.
Lê yê me kurdan fena ku nifir li me bûbe, micadela me tu carî heta dawîyê baş naçe, tim di nîvê rê da belayek ji me ra çêdibe, keda me bi erdê da dihere. 

Sebeb jî serok û rêberên me ne, ji şansê me yê xerab ra tim yên bêkêr, yên ne erbab, ne layiq dibin pêşengên me.
Serokên xelkê mezin dibin baqil dibin, yên me hergî mezin dibin dixirifin.

Ji bo Evdila Ocalan her tişt tîyatroyek bû

Huseyîn Turhallî kadirekî PKK´ê yê kevn e, di nav PKK´ê da gelkî bi nav û deng e. Merivekî jê tê hezkirin. Di wexta xwe da aqilmendekî Evdila Ocalan bû, yekî nêzî wî bû. Ji bo wê jî Evdila Ocalan baş nas dike. Di nivîseke xwe da wiha gotiye:

”Dema Ocalan êsîr ket, gotina pêşî got:
Îmkanê bidin min. Ezê tevayîya kurdan, PKK´ê, Barzanî û Talabanî têxim xizmeta dewletê...

15 maj 2025

Bi pîrozkirinê kurmancî û zazakî ji mirinê xelas nabin !

Ev çend sal in kurd îro, 15´ê gulanê wek roja zimanê kurdî pîroz dikin.

Bi taybetî kurdên Kurdistana Bakur bêtir giraniyê didin pîrozkirina vê rojê.
Bira pîroz bikin. Di pîrozkirinê tu gelşe tune ye. Ez jî pîroz dikim.
Lê bi pîrozkirinê kurdî, kurmancî û zazakî ji mirinê xelas nabe. Kurdî(kurmancî, zazakî) di komayê da ye, ketiye ber sikratê, li ber xwe dide.

Ji bo ku kurdî ji mirinê were xelaskirin dibê gavên cidîtir werin avêtin, biryarên radîkal werin girtin.

Erdogan dixwaze PYD û YPG jî xwe fesx bikin

Serokê Tirkiyê Erdogan gotiye fesixkirina PKK´ê tenê têrê nake. Dibê PYD, YPG, li Ewrûpayê çiqas rêxistinên nêzî PKK´ê hene ew jî xwe belav bikin, dawî li hebûna xwe bînin.

Beyna Erdogan wiha ye:

“Gelekî girîng e şaxên rêxistinê yên Sûriyê û Ewropayê jî van rastiyan bibînin û beşdarî pêvajoya fesxê û çekdanînê bibin. Îstîxbarata me MÎT kûr û hûr PKK´ê dişopîne hela biryarên kongreya xwe bi cih dike yan na. Me ji niha da dest bi xebatên pêwîst kiriye.”

14 maj 2025

Pere meydanê li meriv dike fire


Pere him kevir nerm dike, him jî meydanê li meriv dike fire, serokê HTŞ´ê, terorîstekî wek Ahmed Şara jî wek serokekî muteber bi serokê Amarîyayê Donald Trump ra rûdine.

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî bi prensê Siûdî Muhammed bin Selman ra peymaneke bi 300 milyar dolarî îmze kir, bû hevîrê şilikî, bi terorîstê Amerîka lê digere, serokê Sûrîyê Ahmed Şara ra rûnişt û pê ra risim jî girt.

13 maj 2025

Profesorê cahil û xwendekarê baqil

Profesorekî ji xwendekarekî xwe qet hez nedikir, pir jê diqeherî.

Rojekê li xwaringeha zanîngehê ji ber ku li ser maseyên din cî  

tunebû, xwendekarê profesor jê hez nedikir çû ser masa wî, 

xwest xwarina xwe li wir bixwe.
Profesor murûzê xwe tirş û tahl kir, got:
-Ga û çivîk li ser masakê rûnanin.
Xwendekar bişirî, got:

Carnan bêdengmayin baştir e

Got wele apoyî neyî gêj e, bi gelek tiştan zane lê nabêje. 

Di medyayay sosyal da gelek tiştên ne rast, ne xweş li ber çavên meriv dibin, tên gotin lê nabe meriv xwe tevî her tiştî bike, tiliya xwe têxe her qulikê.

Go çê kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro. Carnan dibê meriv devê xwe bigire, li bûyeran, li tiştên diqewimin sêr û temaşe bike. Gava gotina meriv pere neke, bêdengmayin baştir e.

12 maj 2025

PKK´ê xwe fesih kir, gelo ji nuha pê da ewê çi bibe?


PKK´ê beyanek belev kiriye, gotiye kongra xwe ya 12´a di nabêna 5-7ê gulanê da li Qendîlê, li du ciyan çêkirine. Di kongrê da biryara fesihkirina PKK´ê, terikandina şerê gerîlla, micadela çekdarî hate girtin.

Di beyanê da tê gotin, “PKK hat fesihkirin, têkoşîna, şerê çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKK´ê êdî ewê tunebe. PKK´ê rola xwe ya tarîxî lîstiye û dema şerê çekdarî jî êdî qedîya ye."

Serokê Rûsyayê her kes matmayî hîşt !


Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn do bi şev ji nişka va got ew dixwaze li Stenbolê roja pêncşemê(15/5)bi Ukranyayê ra dest bi hevdîtinên rû bi rû bike.

Serokê Ukraynayê Zelensky jî tavilê got qebûl, roja pêncşemiyê ez li Stenbolê me.

Serokê Tirkiyê Erdogan jî got, ”em amadene ji civîneke wiha ra mazûbaniyê bikin.”
Ji Erdogan e mazûbanîyeke wiha prestîjeke pir mezin e, wek bilêteke Millî Pîyangoyê îkramîya herî mezin lêxîne.

Ker hevdu nas dikin

Yekî çort, zirzop ji Xoce Nesredîn ra got:

-Xoce, min bi saya kerê te tu nas kir!
Xoce Nesredîn bîna xwe teng nekir, got:
-Ker hevdu nas dikin!

XXX

Tu jî derewekê bike

Xort ji keçikê ra got:

11 maj 2025

Haydê bibişire !

Di malpera Omer Faruk Baran Facebookê da min parvekirineke wî xwend. Omer Faruk Baran di nivîsa xwe da qala şiîra Kemal Burkay ”Bibişire”, bi tirkî navê wê ”gulumse” ye û sitrana Sezen Aksû ya vê şiîrê dike. Ji sitranê pir hez kiriye.

Ji bo ku Omer Faruk Baran ji sitrana Sezen Aksû xanimê "Bibişire" pir hez dike, ji bo xatirê wî min şiîr wergerand kurmancî. 
Hêvî dikim kêfa wî jê ra were.
Kemal Burkay bi xwe jî şiîr kiriye kurmancî û di kitêbeke xwe da weşandîye. Lê tişt nabe, bira wergera min jî lê zêde be.

Ma hûnê kînga mizgîneke xêrê bidin me ?

Ev demeke ji serok û berdevkên YNK´ê û PDK´ê deng dernayê, êdî nabêjin ”di demeke kin da emê mizgîniyeke xêrê bidin we!”

Wer xuya dike dev ji civandina meclîsê û avakirina hukûmetê berdane, dixwqazin wiha dom bike. Derdekî wan ê avakirina hukûmetê tune ye. Naxwazin sîstema bi zorbatî ava kirine xera bikin, dev ji kursî meqamên xwe berdin. Çimkî hukûmeteke nuh kane desthilata wan kêmtir bike.

10 maj 2025

Nivîskar, wergêr Emîn Narozî îro li Stockholmê qala çîroka jiyana xwe kir


Nivîskar û wergêre bi dehan kitêbên ji erebî yên li ser kurdan Emîn Narozî îro li Stockholmê ji hezkiriyên xwe ra, ji dost û hevalên xwe ra qala jiyana xwe û çîroka wergerên xwe kir.

Berpirsiyarê Kutêbxana Kurdî, mamoste Newzad Hirorî moderatorîya civînê kir.
Emîn Narozî nivîskar û wergerekî pir berhemdar e, ji erebî  gelek berhemên girîng ên li ser tarîxa kurdan wergerandine kurmancî.


Tirkiye dixwaze PYD jî xwe teslîmî Şamê û Tirkiyê bike

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan li ser kongra PKK´ê ya 12´a gotiye, “danîna çekan têrê nake. Rêya PYD´ê bişopîne girîng e. Di demên pêş da PYD ewê çi rêyê bişopîne, Tirkiyê jî di vê mijarê da senaryoyên alternatîv bi pêş xistine.”

Mêrik nêta xwe ya esasî, tiştê li pê ye eşkere kiriye. Derdê wî Kurdistana Rojava ji dest kurdan bigire û kurdan têxe bin destê ereban, çeteyên HTŞ´ê yên îslamî.

09 maj 2025

PKK´ê bi beyanekê got kongra xwe ya 12´a çêkiriye

PKK´ê îro bi beyanekê dîyar kir kongra xwe ya 12´a li Kurdistanê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê di nabêna 5-7´ê gulanê da bi serfîrazî çêkiriye.

Di beyanê da nehatiye gotin di kongreyê da çi biryar hatin girtin, biryara xwefesihkirinê hatiye girtine ya na. 

Tê gotin agahî û belgeyên berfireh ên li ser biryarên di kongreyê da hatin girtin di demeke gelekî nêzîk da ewê were eşkerekirin.

Ez kor im lê kêmaqil im

Yekî kor bi jinekê ra zewicî. Demek derbas bû, rojekê jinikê jê ra got:

-Heger te bikanîbûya pakîya min, xasekîya min bidîta tu yê matmayî bima, tu yê ji xwe ra biba heyran.
Mêrik got:
-Xanim, erê ezî kor im, lê neyî kêmaqil im. Wek tu dibêjî, heger bi rastî jî tu hewqasî xweşik bûya, yên ne kor ewê tu ji min ra nehaîştana.

08 maj 2025

Dizan ereba nevîyê me li ber çavên personalên zarokxanê revandine

Dizên do ereba neviyê me(torinê me)ji zarokxanê dizîn, eşkere revandine.
Mamosteyeke zarokxanê diz dîne, lê nikanîbûye wan bisekinîne. Mêrikan nava rojê, li ber çavê personala zarokxanê, rahîştine erebeya gedê me û revîyane.
Gelek tiştên lêwik jî di erebê da bûye. Ew jî birine.
Berê jî carê erebeyek dizîne. Ev cara duduya ye.

Kurd li Ewrûpayê karên baş dikin

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê di 4´ê mehê da(4/5-25) li Lozanê bi civîneke berfireh ava bû. Di bernameya xebatê ya Enstîtuyê da li Ewrûpayê avakirina Zanîngeheke Kurdî jî heye.

Li gorî beyanên berpirsiyarên Enstîtuyê salê tê li Almanyayê ewê zanîngeke kurdî ava bikin.

Li Ewrûpayê avakirina zanîngehekê kurdî biryareke di cî da ye. Ev potansîyela kurdan heye, lê kurdan hetanî nuha bîr nebirine. Şikir wa ye hinekan bîr birin, biryar dan ava bikin.

07 maj 2025

Dizan îro li zarokxanê ereba Arasê me dizîn


Dizan îro li zarokxanê ereba Arasê me(neviyê me) dizîn. Ez heneka nakim, bi rastî ev bêûjdanî, ev zalimî kirin. 

Feqîro hîn bi ser niga neketiye, bi çarpîyan dihere, bê erebe nabe. Dê û bavê wî bi erebê dibin zarokxanê û tînin.
Zaliman ereba wî dizîn. Heta jê ra erebake nuh bikirin ewê perîşan bibin.

Rojen got erebe wek psqilêtê qeyd kiribû, ronkayiya rojê qeyd birîne, erebe ji hewşa zarokxanê dizîne.

Ez û xanim pir li ber ketin, ji êvar da ye em qalê dikin, ji qahra li ser goştê xwe hûr dibin.

Gelo hûn zanin ev çi ye û pê çi kar dihat kirin?


Gelo hûn zanin ev alata, ev sindoqa wek patozê xuya dike çi ye, pê çi kar tê kirin?

Bi texmîna min xortên nuha nizanin ev çi alet e, me, pêşiyên wan pê çi kar dikirin.

Ew makîne ji zûda ye bûye malê muzexaneyê. Hêvî dikim li muzexaneyeke Kurdistana Bakur hebe.

Ev makîna bulxur e. Me bi vê makînê bulxurê xwe dihêra. 

Femînîzma şaş

Pelîn Batu xanimeke tirk e, akademîsyen e, nivîskar e, dîrokzan e, artîst e. Yanî ne jineke cahil e, yeka têra xwe xwedî huner û zana ye. Haya wê ji dinyayê, ji fikir û îdeolojiyan heye.
Pelîn Batu esas bi eslê xwe ne tirk e, bûlgar û mekadon tevhev e. Ji Bûlgarîstanê koçî tirkiyê kirine. Bavê wê Înal Batu dîplomatekî tirk bû. Pelîn Batu xwe tirk dihesibîne, nahesibîne ez nizanim. Lê wek tirk tê qebûlkirin.

A ev Pelîn Batu xanim femînîsteka pir radîkal e jî. Li ser femînîzmê gotiye:

06 maj 2025

Dema aqil par bû qey ji me gelek kes dereng man

DEM Partiyê li Wanê ji bo Sirri Sureyya Onder şîn danîye. Li Diyarbekrê jî eynî tişt kirine.
Belkî li hin bajarên Kurdistanê ên din jî kiribin.

Bi baweriya min tiştê dikin ne li rê ye, derî adet û kultura me ye, şelafiya ji tirkan ra ye.
Sirri Sureyya Onder ne ji Wanê ye, ne parlamenterê Wanê û Diyarbekrê ye ji bo çi li Wanê, li Diyarbekrê kurdê şînê wî li dar xin û xelkê here sersaxîya wan?

Ez ji serokên PDK´ê û YNK´ê dipirsim: Hûn li ser çi li hev nakin, çima hûn hukûmetê ava nakin?

Piştî çend car taloqkirin, di 20´ê cotmeha 2024´a da li Kurdistana Başûr hilbijartina parlamentoyê çêbû.
7 meh di ser hilbijartinê ra derbas bûye lê hîn jî ne meclîs kom bûye, ne jî hukûmetek ava bûya. 

Serokên PDK´ê û YNK´ê tim dibêjin îro, sibe emê mizgîneke xêrê bidin we lê ne rast e, milet dixapînin, wer xuya dike hukûmetê çênebe.
Nabêjin ji bo çi, li ser çi li hev nakin, problem çi ye?

05 maj 2025

Xwezî di mesela kurdî da her kurd xwedîyê vê prensîbê bûya

Ez îro di Facebookê da rastî dîyalogeke pir xweş hatim, dixwazim bi bi vê nivîsa xwe bi we ra jî parve bikim.
Xoretekî bi navê Haydar Karaca di Facebokê da ji Songul Yurdakul xanimê xwestiye ew tirkîya parvekirinên xwe yên kurdî jî pê ra par ve bike. Yanî bi her nivîsa kurdî ra tercumeya tirkî jî par ve bike.
Camêr gotiye çimkî, ”yên kurdî nizanin hene. Mesela ez kurdî nizanim. Heger tu tercumeya parvekirinên xwe yê kurdî bi tirkî jî par ve bikî qenekê emê jî bizanibin tu çi dinivîsînî.”

Hin kes wek fabrîqa xerakirina kurmancî dixebitin

Axxx û hewar ji derdê vê Rûdawê.
Carnan di Rûdawê da ez rastî hin gotinên pir şaş, pir ecêb têm, nikanim bêdeng bimînim.
Çimkî ev ziman yê min e jî. Gava medyake kurdî li ber çavê min kurmancî dike porê dînan bi min zor tê. Nikanim xwe ragirim.

Min gelek caran zimanê Rûdawê rexne kiriye, lê pere nake. Bira ew guh nedin rexneyan, xwendevan dibînin. Ji bo min ew muhîmtir in. Dibê xwendevan bibînin tiştê Rûdawê nivîsîye şaş e, kurmancîyeke naylon e, xerabe ye.

04 maj 2025

Ji tarîxa kurdên Qazaxîstanê belgeyeke giranbiha


Hejarê Şamilê hêja, do di malpera xwe ya Facebookê da ji vîdeoyeke civata komek jinên kurdên Qazaxistanê parve kiriye. Vîdeoyeke pir xweş e, pir manîdar e.
Vîdeo ya arşîva Medya TV, Kurd Archive, di Youtubê da heye.
Çend jinên kurdên Qazaxistanê li hev civîyan e bi hesret û kesereke mezin, bi dilşewatî hestên xwe yên netewî, derdê koçberiyê, bêdewletiyê didin der, bi hesreteke mezin qala avabûna Kurdistanê dikin. Dixwazin kurdên her çar perçan rojekê bigihîjin hev, serên xwe bidin ser hev.

03 maj 2025

Li Zanîngeha Kobanê beşê bijşîkiyê û mastirê jî vedibe


Di şert û mercên herî xerab da, herî zor da, di nava şer da jî kurd tarîxeke meriv pê serbilind dibe dinivîsîn.
Li Zanîngeha Kobanê beşê bijşîkiyê û mastirê jî vedibe. Sed carî pîroz be !

Neyarên me zanin roja kurd serbixwe bibin di nava 20-30 salî da ewê wan derbas kin, ewê harîqeyên mezin çêkin.
Lema jî heta ji neyarên me tê dixwazin serxwebûna kurdan, çêbûna Kurdistanê bi derengî xînin, nehêlin zû çêbibe.

Çima ne loqimê kurdî ?


Xanimeka bi navê Leyla Kurt 4 sal berê li Diyarbekrê dest bi çêkirina loqim kiriye. Ez do di Rûdawê da rastî xebera wê hatim.

Ji ber ku Leyla Kurt xanim bi tesadufî ketîye vî karî, bûye hosta loqimçêkirinê, navê loqimê xwe jî kiriye ”Mûcîze Lokum/Turk Lokumu”, yanî Loqimê Mûcîze yê Tirk”.
"Mûcîze Lqim" navekî xweş e, lê li ser qutîyên loqim logoya "Turk Lokumu" jî heye. 
Dinya jî xera bibe tirkek navê loqimê xwe nake ”kurd lokumu/loqimê kurdî”. Lê kurdeka amedî, li Amedê navê loqimê xwe dike ”Mûcîze Lokum/Turk Lokumu”!

02 maj 2025

Mala rik û bahsê wê rake tûrê parsê

Du cîran hebûn. Malek bêdeng bû. Ji malekê jî tim qîre qîr û dengê şer û pevçûnê dihat.

Li mala din bêdengî hakim bû, dengê şer û pevçûnê nedihat bihîstin.
Rojekê jinik û peyê xwe(mêrê xwe) dîsa ketibûn gewrîya hev, dîsa bi ser hev da diqîriyan. Jinikê ji mêrik ra got:

-Ezê pirsekê ji te bikim. Ma te ji mala cîranê me rojekê qet dengê şer û pevçûnê bihîstiye?

01 maj 2025

Merivê cahil zû hol dibe !

Gava kurdek di medyaya sosyal da li ser tarîxa kurdan, li ser edebîyata kurdan belgeyeke kevn, nivîseke seyahekî, dîrokzanekî parve dike hin tirkên cahil har dibin, di cî da dest bi êrîşê û qurretiyê dikin.

Merivê cahil him cesûr e, him jî kustah e, pozbilind e. Ji ber ku cahil e pir ji xwe razî ye.

Ne mimkûn e meriv cahilekî, tew di ser da ew kes jî irqçî be jî, bi belge û wesîqeyên tarîxî îqna bike.

Gelo robot rojekê ewê ji însên jîrtir bin ?

Dixwazim di vê nivîsa xwe da jî qala hunera Grokê bikim.

Do ne pêr min ev nivîsa jêr di Facebookê da, di platforma X´ê û di bloga xwe da belav kir.
Hevalê minê hêja Seyda Alpşen dîsa nivîs daye Grokê û fikrê wê jê pirsîye, xwestiye bizanibe gelo ew li ser nivîsa min çi dibêje?
Bersîva Grokê daye, analîza kiriye devê min ji hev bir. Min ji xwe ra got, hewqas jî êdî pir e, meriv dîn dike !