21 maj 2025

Li Sûriyê her tim kane şerekî hundir dîsa dest pê bike

Li gorî gotinê wezîrê karên derve Marco Rubîo serokê HTŞ´ê û qeyûmê Erdogan Ahmed Şara di devê topê da ye, Sûrîye dikele. Rewş xerab û talûke xuya dike.

Marco Rubîo gotiye heger hukûmeta Sûriyê sîyseteke şaş bimeşîne îhtîmala derketine şerekî navxwe û perçebûna Sûriyê heye.

Ahmed Şara ne bi serê xwe ye, Tirkiye nahêle bi kurdan ra li ser bingeheke demokratîk, îdareyeke ne merkezî, wekhev li hev bikin. Amerîka dixwaze li Sûriyê qanûna esasî demokratîk be, tê da kurd jî xwedî mafên netewî bin, xwe îdare bikin. Tirkiye li dijî vê ye.

Tirkiye dixwaze kurd li Sûriyê jî wek li Tirkiyê bindest bin, nebin xwedî mafên netewî. Desthilata kurdan a îro heye têk bibin. 

Amerîka li dijî siyaseta Tikriyê ye, dixwaze li Sûriye her milet, her grûbên etnîkî, dînî wek ereban xwedî maf bin. Û statuya kurdan li Kurdistana Rojava çêkirine were parastin.

Marco Rubîo:

”Em dixwazin bibin alîkarê vê hukûmetê, çimkî alternatîf şerekî hundur ê mezin e û kaos e. Ev yek jî bêguman ewê herêmê bêîstîkrar bike.
Heger meriv zor û zahmetiyên hukûmeta demkî bigire ber çavan, potansîyela têkçûnê û herbeke hundur heye. Ev yek ne heta çend mehan, belkî di nava çend hefteyan da bibe. Em wisa şirove dikin.”

Haya tirkan ji rewşa Sûriyê û şêla Amerîkayê heye. Tirk dixwazin hîn dereng nebûye rê li ber "perçebûna Tirkiyê", yanî azadîya kurdan bigirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar