21 maj 2025

Serokê meclîsa Tirkiyê Nûman Kurtulmuş ditirse aqûbeta gayê zer bibe ya wan jî

Serokê meclîsa Tirkiyê Nûman Kurtulmuş ditirse aqûbeta Îraqê û Sûriyê bibe ya Tirkiyê jî.
Nûman Kurtulmuş, du roj berê ev tirsa dilê xwe li Şirnaxê daye der, gotiye:
”Li ber me du rê hebûn.Ya emê wek gayê zer li bende bûna, heta dor dihat me, telef bibûna. Emê ji ber fêsadiyên hinekên din bi hev ketana, emê li bendebûna bajar bi bajar, kolan bi kolan ev welat perçe bibe, ya jî wek kurd û tirkên vî welatî emê li îradeya xwe xwedî derkevin, emê yekîtiya xwe çêkin. Û bi hev ra Tirkiyeke xurt ava bikin.”

Nûman Kurtulmuş ditirse tiştê hatiye serê Îraqê û Sûriyê were serê wan jî. Kurdên  Tirkiyê jî azad bibin. Ji bo wê jî dixwazin bi alîkariya Evdila Ocalan rê li ber "perçebûna" Tirkiyê, azadîya kurdên Kurdistana Bakur bigirin.

Sebebê şelafiyên Bahçelî, Erdogan û Kurtulmuş tirsa perçebûna Tirkiyê ye.

Lê tirs rê li ber mirinê nagire. Her welatê mafê kurdan nede, bi kurdan ra riyeke aştîyane nebîne mahkûmê herbeke hundur û perçebûnê ye. Tirk êdî viya baş dibînin. Ji bo wê Evdila Ocalan xistine dewrê.
Lê ne samîmî ne, naxwazin tu mafekî netewî bidin kurdan, dixwazin wek dema Şerê Cîhanê yê Yekê kurdan bixapînin û bindest bihêlin.

Heger dev ji neyartiya kurdan berdabûne ewê bela xwe ji kurdên Rojavayê Kurdistanê berdana, ewê li dijî federasyona bi ereban ra dernektana. Ewê mafên miletê kurd têxistina destûra bingehîn, zimanê kurdî bikirana zimanê perwerdê.
Tu mafî nadin, tednê demagojiyê dikin.

Nûman Kurtulmuş di axaftina xwe da bal kişandiye ser perçebûna Îraqê, gotiye Amerîkayê Îraq perçe kir, dixwaze Sûriyê jî perçe bike. Heger ew tedbîrekê negirin, bi kurdan ra li hev nekin ewê Tirkiyê jî perçe bikin.
Heger tirk di sîyaseta xwe ya îro, di înkara kurdan da israr bikin, ew çi bikin jî ewê ji aqûbeta Îraqê û Sûriyê xelas nebin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar