Xwesîyê bûka xwe ya nuh li hemberî xwe daye rûnişkandin, dest bi şîretan kiriye, jê ra gotiye:
Keça min, baş guh bide min. Her roj xulqê min ne li cî ye. Hin rojan bînteg im,
hin rojan bînfire û bi kêf im. Dibê tu viya bizanibî. Sê(3)hal û hawê min hene.
Ez viya bi gulê nîşan didim.
1.Heger ez gulê bi sînga xwe ve kim, wê rojê ez pir bînteng im, hêrsbûyî me.
2.Heger ez gulê têxim ber guhê xwe, wê rojê ez nîvhêrsokî me.3.Heger ez gulê bi serê xwe ve kim, wê rojê bînfire me, kêfa min li cî ye. Min xwest tu viya bizanibî, li gorî wê hereket bikî.
Bûkê gotiye:
-Dayê, wele yê min yek(1) hawakî min tenê heye. Ez cixara xwe vêdixim, nigên xwe
davêjim ji ser hev da û li kêfa xwe dinêrim. Tu gulê bi ku dera xwe ve ke jî
qet ne xema min e, ezê ya xwe bikim, li kêfa xwe binêrim.
XXX
Qadîyê adil
Qadî(hakim)ket salona mahkimê, derbasî ciyê xwe bû, dest bi
axaftinê kir, got:
-Berî doz dest pê bikim dibê ez li vir tiştekî eşkere bibêjim. Xwediyê gilî ji
bo ku ez biryarê di lehê wî da bidim 10 kîs zêr da min. Sûcdar, yê gilî lê bûye
jî ji bo ku ez wî berat bikim 12 kîs zêr da min. Ez dixwazim ev doz adil,
bêteref bimeşe. Ji bo wê jî ez 2 kîs zêrê zêde di huzûra we da îadeyî xwediyê
wî dikim
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar