Li gorî xebera Rûdawê, medyaya Îranê gotiye Nêçîrvan Barzanî wek serokê dewletekê hat pêşwazîkirin, Îranê qedir û qîmeteke mezin da Nêçîrvan Barzanî.
Rast e, Îran viya tim dike. Ji bo serokên Îranê navê Kurdistanê, hildana ala Kurdistanê, dana pesnê serokên kurdan ne problem e; ji bo ku bigihîjin armanca xwe her fêlbazîyê, her durûtiyê pir bi profesyonelî dikin.
Îranî, faris ne wek tirkan in, di sîyasetê da jîrtir, konetir in. Dijminatîya xwe, kîn û nefreta xwe nadin der.Bi dev dost xuya dikin, di dil da dijmin in.
Li hember kurdan jî wek tirkan ne irqçî ne, li hemberî navê Kurdistanê, ala kurdistanê har nabin.
Lê ev xusûsîyeta serokên Îranê nayê maneya ew dost in, dilxwaz û xêrxwazên kurdan in.
Temî û wesîyeta Qazî Mihemdê gorbihuşt li me heye, gotiye tu carî ji farisan bawer nakin. Ji xwe tarîxa me û wan şahidê gelek namerdî û bêbextîyên wan e. Bi bêbextî gelek serokên me kuştin.
Heger Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî xêrxwazên kurdan bûne ewê rojê çend kurd bi darda nekirina, ewê azadîya kurdan qebûl bikirana.
XXX
Li dinyayê her tiştk esebebekî xwe heye. Ne însan, ne
heywan, ne teyr, ne jî nebat belasebeb tune ne.
Însan hinek baş in, hinek xerab in. Jihevgerandina însanên
baş û xerab pir zor e, dibê meriv pê ra hevaltiyê, sîyasetê, tîcaretê, rêwîtiyê
bike. Ev jî wextê digire. Carnan meriv pir zû nas dike, carnan jî derng.
Li dinyayê însanên xerab, çete, kalpazan, bêûjdan, hal û
karê wan dizî û xapandina xelkê ye pir bûne. Bi riya telefonê, teknîka dîjîtal
xelkê dişêlînin. Êdî meriv newêre bersîvê bide telefoneke meriv nas nake.
Însan çima hewqasî zalim û bêûjdan bûne ez fêm nakim.
XXX
Serokê Tirkiyê Erdogan, li ser ”Herba wan a Îstîqlalê” dîsa
çirandiye, gotiye xwedêgiravî li hebberî dewletan şerê man û nemanê dane û
qehremaniyên mezin kirine. Ji sedî 99 vir e, teslîm bûn û dûra kurd xapandin.
100 sal e bi çîrokên bêbinake serê zarokan dişon. Îro jî dîsa qiyamet rakirine. Şikir ez ne dibînim, ne jî li wan gudarî dikim.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar