19 maj 2025

Gotinên xweş wek hevalên baş in

Çend gotinên xweş, bi fêde û manîdar. Hin gotin hene meriv ji wan aqil û fikir digire. Gotin hene meriv naxwaze bibihîze, hin gotin jî meriv ji bihîstina wan, ji xwendina wan têr nabe. 

Hin gotin hene dibin sebebê destpêka guherîna jiyana meriv. Gotinên manîdar wek hevalên baqil û çê ne, meriv dixwaze lê gudarî bike. 
Ka werin em guh bidin çend şîretên Şêx Edebalî.

-Bi kesê cahil ra nebe dost: Ilim nizane, îrafan nizane, tu yê xemgîn bibî.

Bi kesê bêhurmet ra nebe dost: Usûlê nizane, adabê nizane, sînor nizane, tu yê xemgîn bibî.
Bi kesê çavbirçî ra nebe dost: Îkramê nizane, qaîdê nizane, têr nabe, tu yê xemgîn bibî.
Bi kesê dinyanedîtî ra nebe dost: Rê nizane, urf û adetê nizane, qaîdeyê nizane, tu yê xemgîn bibî.
Bi kesê pozbilind ra nebe dost: Hal nizane, ewhwal nizane, qedir nizane, tu yê xemgîn bibî.
Bi kesê ûqela, xwe mezin dibîne ra nebe dost: Pir dipeyive, vala dipeyive, pîs dipeive, tu yê xemgîn bibî.
Bi kesê namerd ra nebe dost: Merdiyê nizane, dil nizane, dost nizane, tu yê xemgîn bibî.
-Ilim bizane, îrfan bizane, gotina xwe bizane.

-Îkramê bizane, qaîdeyê bizane, sînor bizane.

-Usûlê bizane, edabê bizane, sînor bizane

-Rê bizane, usûlê bizane

-Hal bizane, ehwal bizne, dil bizane

-Pir nepeyive, vala nepeyive, bêmane nepeyive.

-Merd be, wêrek be.
-Hêvîya kesî neşkîne.
-Tu xwe bizane, heta dawiya umrê te ev dike tê ra te.

///Şêx Edebalî

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar