Li ser însên metaforeke xweş heye. Dibêje însan duruh in. Di hundurê însên da kûçikekî baş û kûçikekî xerab heye. Ev herdu kûçik tim bi hev ra şer dikin. Tu kîjanî baştir xwedî bikî ewê xurt bibe, ewê qezinc bike.
Dagirkerên welatê me kûçikê xwe yê xerab pir baş xwedî dikin. Di dilê her siyasetmedar, her serok û her birêvebirê Tirkiyê da kûçikê xerab bûye mazmaze, xurt û har bûye, nayê zeftê, tim êrîşê me dike, dixwaze me dabarîne.
Em nan didinê, hestîyan davêjin ji ber da aş nabe. Sed sal e em nikanin zora vî kûçikê har bibin.Meriv hêvî dike rojekê kûçikê baş xurttir bibe lê ew jî zor xuya dike. Sed sal e xurt nebûye, bûye hestî û çerm. Pir zahmet e xurt bibe û zora kûçikê har bibe.
XXX
Konsera sitranbêja cihû Linet Manashe ya li Stenbolê hatiye
betalkirin. Linet Manasheyê ji serokê Tirkiyê Erdogan û xanima wî alîkarî
xwestiye, gotiye jiyana min di talûkê da ye, min biparêzin.
Ne li Tirkiyê tenê, li Ewrûpayê jî jiyana yahûdîyan di
talûkê da ye. Her dera ereb, îslamîst lê hebin jiyana yahûdîyan dikeve talûkê.
Ma yahûdî kanin li Pakîstanê, li Afganîstanê bijîn?
Lê herî kêm mîyon û nîvek filistînî hemwelatiyên Îsraîl in û
yahûdî wan lînc nakin. Filistînê tu carî nabêjin jiyana me di talûkê da ye.
XXX
Serokê Tikriyê Recep Tayyip Erdogan gotiye, ”em qebûl nakin
yekîtiya dewleta me, yekîtiya miletê me, unîterîya dewleta me, şiklê rejîma me,
ala me, zimanê me yê resmî bibin mijarên minaqaşê. Dibê tereduta kesî tunebe,
dewleta me, hukûmeta me hakimê rojevê ye.”
Mêrik pir eşkere dibêje em di qanûnên xwe da, di dûzana
dewleta xwe da tu guherînê nakin, perwerdeya bi kurdî qebûl nakin. Tirk her gav
viya dibêjin.
Yanî tiştê xuya dike di nabêna PKK´ê û dewleta tirk da tu
peymanek tune ye, hukûmetê soza mafekî herî biçûk jî nedaye PKK´ê.
Hin kesên ji kîsê xwe qala dana hin mafan dikin bêbingeh
dipeyivin.
Erdogan dixwaze li Kurdistana Rojava hukûmeta kurdan têk
bibe, ji bo vê armanca xwe ji PKK´ê alîkariyê dixwaze. Mesele ev e.
XXX
-Mey diqede saqî dimîne.
Her reng sipîçolkî dibe ax dimîne.
Dîplome cahilîya însên bigre jî, hebe di hevîrê wî da kerîtî,
baqî dimîne.
///Fuzûlî
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar