Hezar carî şikir, me îro xaniyê xwe firot. Kêfa me li cî ye. Ji tirsa ewê neyê firotin xewa me nedihat, em ketibûn hev.
Hindik mabû ez û xanim bi hev ketana. Digot te wer kir, dibê me xaniyê xwe berê bifrota.
Me xaniyê xwe pir erzan da, lê tişt nabe. Li Swêd, bi taybetî jî li herêma me
pîyase pir ketiye, xanî pir erzan bûne.
Ji bo wê jî me ji mecbûrî erzan da.
Giş bi min va hatibûn girêdan. Heger xaniyê min
nehata firotin ewê bişibiya qezayeke trafîqê ya zincîrî. Minê d, sê kesên din
bi xwe ra perîşan bikirana.
Ji ber ku rewş wiha kirîtîk bû, me xanî 50 hezar dolar erzantir firot. Yanî ji
tirsa me avêt çolê.
Lê dîsa jî em îşev pir kêfxweş û dilşa ne.
Lema min şûşeyek şeraba Fransî vekir, ez û xanim nuha bazara xwe, serketina xwe
pîroz dikin.
Pêşî havîn e, heger di vê mehê û meha pêş me da nehata firotin, dima payizê. Lê
dibê heta 1´ê tebaxê dibê min perê mêrik bida.
Mej i xaniyê xwe, ji hewşa xwe, ji darên xwe, kulîkên hewşê pir hez dikir. Em gişan
li dû xwe dihêlin û di 1´ê tebaxê da xatir ji Alby´yê dixwazin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar