Berê ji tirsa xanî ewê neyê firotin xewa min nedihat, şeva çûnî jî ji kêfa hat firotin xew li min gerîya.
Min di serê xwe da pilanên barkirinê, çûna xaniyê nuh
çêdikir. Emê çi bavêjin, çi bihêlin, çi bidin xelkê?
Di xanîyê nuh da emê kîjan tahmîratê, boyaxê bikin, di serê min da giş li bin guhên hev diketin.
Kitêbên min pir in, ez nafikirim gişan bi xwe ra bibim.
Gerrek barê xwe hinekî sivik bikim. Ezê hinekan dîsa bidim Kitêbxana Kurdî, yên
swêdî bidim ciyê kevnfiroş( second hand).
Hinek ferheng û asîklopedîyên tirkî jî hene heger kes
nexwaze ezê bavêjim.
Dibê ez barê xwe sivik bikim. Ferheng û ansîklopedîyan êdî
bi kar naynim, di netê da her tişt heye. AI, GROK heye, êdî hewcedarî bi
ferhengan nemaye.
Dema ez dibêjim ezê kitêban bidim xelkê, bavêjim, kêfa xanimê pir tê. Dibêje bike, em nikanin hewqas kitêb bi xwe ra bibin. Te serwetek xist van kitêban, ev çend sal in tu belav dikî, davêjî dawî nayê.
Rast dibêje, bi sedan kitêbên min nexwendine hene. Ne hewce bû min hewqas kitêb bikiriya. Ew aqil wê demê bi min ra tunebû?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar