Hiso merivekî şivan bû. Pismamê wî miribû, jina pismamê wî
jinbî mabû. Hiso çav berdabû jinikê.
Hiso piştî 50 saliya xwe, ji nişka ve xwe li sofîtiyê danîbû. Digot, li gorî
dînê îslamê zilamê bi jineke jinbî ra bizewice xêreke pir mezin dike, li ba
Xwedê pir meqbûl dibe.
Hiso bi vê fikarê rabû çû ba meleyê gund. Jim mele ra got:
-Seyda, ez dixwazim xêrekê bikim.
Mele got:
Hiso got:
-Seyda, Fata bûka me ev deh sal in bî ye. Ez dixwazim li xwe mahr bikim.
Mele got:
-Xêra tu dixwzî bikî ev e Hiso?
Hiso got:
-Erê weleh seyda ev e. Ma qey ne baş e ez xêreke wiha bikim?
Mele got:
-Law teres, îcar xêr, ma xêr bi doxîna te ve ye kuro? De rabe ji vir biteqize…!
xxx
Hemûd û ker
Hemûdê ereb rojekê kerê xwe daye ber xwe çûye Rihayê. Dema
derbasî wî aliyê rê bûye, lempeya sor vêketîye. Herkes radiwestîyaye, lê Hemûd û kerê xwe derbasî aliye din bûne. Pûlîsê trafîkê wî digire û jê ra dibêje:
- Çima dema lempeya sor vêketîbû tu derbasî aliyê din bû?
Hemûd bi matmayî ji pûlîs ra dibêje:
- Lembe lembe ye, de îcar sor çi ye, zer çi ye! Ma hemû jî ne ji bo ronahî ne?
Pûlîs bala xwe dayê ew tiştekî fam nake, wî dibe qereqolê. Li qereqolê pûlis jê
ra dibêjin:
- Dema lempa sor vêketîbe meriv derbas bibe ceza ye. Em 20 lîre ji bo te,10 lîre jî ji bo kerê te ceza li te dibirin.
Hemûd bi hustuxwarî li pûlîs nêrîye, bi dengekî lavakar gotiye:
- Ma hûn nikanin min jî hema wekî kerekî bihesibînin û ji min jî 10 lîreyî bistînin?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar