Bavo dibê meriv qebûl bike, Recep Tayyip Erdogan merivekî
pir cesûr e. Erê mêrik kûra derewa ye, dizekî çavbirçî ye, çavên wî ji pera, ji malê
dinyayê tu carî têr nabe, lê pir cesûr e, bêtirs e, dajo ser her kozika, her hêza, her
kesê ji bo xwe talûke dibîne.
Ji tu kesî natirse, tu kesî efû nake. Ji bona bi ser keve, raqibê xwe têk bibe her tiştî, her kerî maubah dibîne.
Merivên, hêzên kes newêre tiliya xwe berbî wan bike, Erdogan bêtirs dajo ser wan,
dide girtin, bi salan ceza dike.
Wa ye di nav artêşê da li dijî merivên Fetullah Gulen dîsa operasyoneke mezin kiriye.
Ma dihat bîra kê, ya jî kê diwêrîbû serokê beledîya Stenbolê, namzedê
serokkomariyê Ekrem Îmamoglu bigire?
Mêrik ne Ekrem Îmamoglu te nê ji kar girt û xist hefsê, bi dehan kesên din jî pê ra girtin.
Îro li dijî hevalên Ekrem Îmamoglu operasyonek jî kirine. Ev operasyona 4´a ye. Ji sekreter,
katib bigire, heta bi xedemeyên Îmamoglu jî digrin, ji kar derdixin, dixin hefsê.
Berê tu serokwezîrî, tu serokkomarî newêrîbû ji başçawîşekî ra jî bigota hilê-bilê, vir da wê da. Serokkomar newêrîbû bi
emirberekî da bixeyidiya.
Erdogan mêrik ne dibê general e, ne dibê parlamenter e, ne dibê serokê beledîyê
ye, ne dibêje şexsekî xwedî hêz e, ji kê şikê bike, ji kê aciz bibe, kî li
hember rabe, tavilê dajo ser, pê li serî dike, dide girtin û davêje zindanê.
Ji Mistefa Kemal vir da tu lîderekî tirk(serokwezîr, serokkomar)wek Erdogan
newêrîbûye mixalifên xwe bi vê şîdetê, bi vê berfirehiyê, bi vê zorbatîya
nedîtî ji ber xwe da bixîne, tasfîye bike, heta teslîm bigire.
Erê dizekî bêemsal e, virekekî, mîtomanekî di ser pozê xwe ra ye, lê mêrik mêr
e, natirse, çavên xwe ji kesî nakute. Li Tirkiyê mixalefet nehîştiye.
Heta bigihîje Devlet Bahçeliyê har kiriye emirber û amîgoyê xwe.
Erdogan 22 sal in li ser hukim e.
Deh, yanzde sal in bi darê zorê bi kursîya xwe ve
zeliqî ye, îktîdarê nade kesî. Bi zor, bi hîle û sextekarîyê tim qezenc dike.
Bi zor bû serokkomar, çimkî dîploma wî ya zanîngehê tuneye, dîplomeyeke sexte
çêkir, lê sextebûna wê derxistin. Li gel vê jî mêrik dev ji kursîya xwe
berneda.
Yanî her kes zane dîploma wî ya zanîngehê tune ye, her kes zane bi
çewalan, bi qamyona bertîl û rişwet xwariye, lê dîsa jî li ser kursîya xwe ye û
bi hezaran însan jê ra sejde dibin.
Ji Mistefa Kemal vir da tu lîderekî din bi qasî Erdogan civat netirsandiye,
nebûye dîktatorekî mutleq, her kes jê ditirse.
Erdogan nêzî 11 sala ye serokê Tirkiyê ye, ewê careke din jî bibe; heta sax be
nade.
Heqê wî tune ye, li gorî qanûnê du caran kanîbû biba, lê wî kir sê car.
Ewê bike çar. Heger sax bimîne ewê bike pênc jî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar