24 maj 2025

Georges Polîtzer: Mamostê me yê çepîtiyê û felsefeyê yê destpêkê


Mehmet Mamaşê
hêja do derengê şevê di malpera xwe ya Facebookê da li ser fîlozof, psîkologê fransiz Georges Polîtzer parvekirinek kir.

Mamaş di parvekirina xwe da gotiye fîlozofê fransiz, nivîskarê kitêba Prensîbên Bingehîn ên Felsefê Georges Polîtzer di 23´ê gulana 1942´a da ji alî Nazîyan va hat guleberankirin.

Vê agahîyê ez veciniqandim. Min nizanîbû Georges Polîtzer ji alî Nazîyan va hatiye gulebarankirin. Polîtzer îdolê me yê xortaniyê bû, kesê kitêba wî "
Prensîbên Bingehîn ên Felsefê" nexwenda tunebû.

Min jî ew kitêba Polîstzer bi tirkî(Felsefenîn Temel Îlkerî) çend caran xwendîye, lê min nizanîbû nivîskarê wê ji alî Nazîyan ve hatiye gulebarankirin.
Çima min ev yek heta nuha nizanîbû ez nizanim.
Di orta salên 1970´î da me kitêba ”Prensîbên Bingehîn ên Felsefê” wek dersa kolektîf dixwend û em li ser dipeyivin. Hema hema di destê her xortê çep da, li mala her şoreşgerî ev kitêb hebû.
Lê me nizanîbû nivîskarê wê mêrekî bi canfîdayî welatê xwe parastiye û ji alî Nazîyan va hatiye gulebarankirin. Agahîyeke wiha nayê bîra min.

Belkî kitêba ewil a li ser çepîtiyê min xwend ev kitêba Georges Polîtzer e. Me bi çavê elîfbeya çepîtiyê lê dinêrî. Navê wê jî xweş bû, em celbî, sewqî xwendina wê dikir.

Georges Politzer bi eslê xwe macar e, li Macarîstanê çîbûye, lê li Fransayê mezin bûye. Ronakbîr û mîlîtanekî tevgera çep a Fransayê bûye. Di 3´ê gulana 1903´a da ji dayik bûye, di 23´ê gulana 1942´a da jî ji alî Nazîstan hatiye gulebarankirin.

Georges Polîtzer fîlozof, psîkolog, mamoste û nivîskarekî marksîstê bû. Di Şerê Cîhanê yê Duyem da şervanekî Liberxwedana Fransayê bûye.
Di nabêna salên 1929-1931´ê da endamê Partîya Komunîst a Fransayê bûye.
Polîtzer di sibata 1943´a da ew û xanima xwe Mai bi hev ra tên girtin. Di 20 adarê da teslîmî wî Nazîyan dikin. Di 23´ê gulanê da wî gulebaran dikin.

Xanima wî Maîyê dişînin kampa mirinê ya Auschwitzê, Maî di sala 1943´a da li wir dimre.
Herduyan jî bi hurmet bibîr tînim. Ruhên wan şad be.
 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar