25 maj 2025

Şerê rûvî û kûçikê hesinger

Ji zû da bû rûvî nêçîrek nekiribû, zikê wî ji birçîna dikir qurre qurr. Ji mecbûrî çû nava bajêr. 
Li ber dikana mastfiroş ket ser satila mêst. Satil vala kir.
Çû ber firnê. Ji firnê çend nan revand.
Ji wir çû qesabxanê. Fersend ketê, hêta berxekî ji ser qesabekî revand. Dor devê xwe alast, zikê xwe baş têrr kir.
Kûçikê mastfiroş, yê firnê, yê qesêb û yê hesinger(hedad) bîna rûvî girtin, li hev kom bûn, gişan bi hev ra dan ser pişta rûvî.

Rûvî li pêş, kûçik li dû, bûn şirît, şerekî bêaman dest pê kir. Ha li wir, ha li vir, kûçik ji pey rûvî neqetîyan.

Piştî demekê kûçikê mastfiroş westîya, dev ji taqîbê berda.
Dûra kûçikê firnecî jî westîya, ew jî ji hal da ket, wî jî dev rûvî berda.
Herî dawî, kûçikê qesêb jî ji hal da ket, zimanê wî hirinekê derket der, ji mecbûrî ew jî ji dû rûvî vegerîya.

Tenê ma kûçikê hesinker,ew ji dû rûvî veneqetîya.
Rûvî çû xwe gîhand nav daristanê, dîsa jî jê neqetîya. Rûvîyê feqîr çi kir, çi nekir, kûçikê hesinker dev jê berneda.

Dawîya dawî, rûvî sekinî, bi hêrseke mezin bi ser kûçikê hesinker da qîriya, got:

-Lawo, te ji bo çi daye dû min? Çima tu ji pêy min venaqetî?

Min mastê mastfiroş xwar temam, heqê kûçikê wî ye bide dû min. Min nanê firnecî xwar, ew jî temam, heqê kûçikê wî jî heye.

Min gotşê qesêb xwar ew jî rast e; heqê kûçikê wî jî heye berra pey min bide.
Li gel vê jî kûçikên wan dev ji min berdan.
Ê lawo te xêr e? Min tu xerabî bi hesinker nekiriye. Tu çima ji min venaqetî? Derdê te çi ye?

Devê kûçik ket hev, nizanîbû çi bibêje. Dengê xwe nekir, dêla xwe xist nav şeqa xwe û paş da vegerîya...

Hin kes bûne wek kûçikên hesinker, kurdan bi qasî serê derzîyê jî zirar nedaye wan, lê dîsa jî bela xwe ji kurdan venakin. Ji dewletê bêtir neyartiya kurdan dikin. Şev û roj, hal û karê wan neyartiya kurda ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar