25 maj 2025

Heger kurd bixwazin kanin zarokên xwe asîmîle nekin

Mahmûd Bozarslanê rojnamevan di malpera xwe ya X´ê da li dijî asîmîlasyonê xebereke xêrê da ye, gotiye:

”Ez bala xwe didimê, di van demên dawî da hin malbat di nava xwe da tirkî bipeyivin jî bi zarokên xwe ra kurdî dipeyivin. Jimara van malbatan her ku diçe zêde dibe. Wê demê micadela ji bo zimên vala neçûye.”

Xeberke xêrê ye, kêfa min anî. Hêvî dikim çavdêriyeke rast be û jimara malbatên wiha roj bi roj zêde bibin.

Di van çend salên dawî da xebat û micadela ji bo zimên tê dayên bêguman ewê tesîreke xwe hebe.

Heger partiyên kurdî, siyasetmedar, ronakbîr û serokên kurd micadela li dijî asîmîlasyonê cidî bigirin, berfireh bikin, piştî çend salên din rewş kane baştir bibe.

Ma 60-70 sal berê, 100 sal berê em hewqasî asîmîle bûbûn?
Bêguman na. Bi demê ra rewş guherî. Em jî kanin biguherînin.

Ji alîkî da dewletê bêtir giranî da ser asîmîlasyonê, bêtir bi organîze meşand.
Ji aliyê din da jî kurdan bi xwe, siyasetmedar, ronakbîrên kurd jî guh nedan zimên, karê dewletê rehet kirin, bingeha asîmîlasyonê xurt û berfireh kirin. 

Ji dêlî xwedî li zimanê xwe derkevin, zimanê xwe biparêzin, bi pêş xînin, wan jî bi dewletê ra zarokên xwe û civata kurd asîmîle kirin.

Lê ev rewş ne ebedî ye, meriv bixwaze, meriv cidî be, bi îstîkrar be di nava çend salan da kane asîmîlasyonê kêm bike, nifşên nuh radibin ji asîmîlasyonê biparêze.
Yanî heger kurd bixwazin qismek be jî kanin zarokên xwe asîmîle nekin. Ev mimkûn e.

XXX

Îro li Stockholmê konferansa Weqfa Îsmaîl Beşîkçî heye. Konferans li salaona ABF´ê seet di 13.00 da dest pê dike.

Nivîskar Celal Temel, Îbrahîm Gurbuz, Îsmaîl Beşîkçî ewê di konferansê da bipeyivin.

Mûrad Ciwan, M. Alî Kut, Salim Çelîker jî ewê moderatoriyê bikin.

XXX

-Bi çîrokên efendim ”Pêxember bi xurmeyekê debara xwe dikir, Omer cubeyekî bi pîne li xwe dikir” xelkê dixapînin, ji xwe ra jî qesr û qonax, koşk seryana çêdikin.

Alî Şerîatî

XXX

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji çend rojan carê ban qeyûmê xwe yê Şamê, Ehmed Şer dike, îfada wî digire û ders û talîmatên nuh didê

Erdogan do dîsa bi Ehmed Şer ra li Stenbolê civiya ye. Mijara civîna wan kurd in, dibê Ehmed Şer li hemberî kurdan çi bike, sîyaseteke çawa bimeşîne?

Meriv kane bibêje def di hustutê Ehmed Şer da ye, qolik jî di destê Erdogan da ye. Dilê Erdogan kîjan meqamî bixwaze wiya direqînê...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar