26 maj 2025

Kurdan dîsa gotine tifaq lazim e


Platforma Despêka Nû di 24-25ê gulanê da li Diyarbekrê bi navê "Di diyaseta kurd da yekîtî û rêya alternatîf" komxebatek çêkir.

Platforma Despêka Nû kî ne, çi kes in nizanim, tevgereke nuh e. Ser xêrê be.

Platforma Destpêka Nû li ser komxebatê gotiye,“Di komxebatê da fikra hevpar ev bû, diibê ”partî, kom û kesên ji bo mafên gelê kurd ên bingehîn têdikoşin bi hev ra tevbigerin.

Ev hevkarî bibe bingeha avakirina hêzeke siyasî ya hevpar, neteweyî, demokratîk ku hemû beşên siyaseta kurdî bikanibe tê da cih bigirin.”


Kîjan kurd devê xwe vedike, dibêje hevkarî, tifaq, yekîtî. Ev daxwaz bûye benîştê di devê her kesî da.

Civîn li ser civînan çêdibin, komxebat li ser komxebatan çêdibin, konferans li ser konferansan çêdibin lê netîceyeke konkret jê dernayê. Di gotinê da dimîne.

Her kes zane hevkarî, tifaq, yekîtiya netewî baş e, kesê viya nizane tune ye. Yanî teorî kamil û temam e, tiştê kêm praktîk e, kar e.

Bes e li ser ”yekîtî, yekîtiyê” komxebatan çêkin, vê şîarê dubare bikin. Ji dubarekirina vê gotinê êdî em bêzar bûn.

Heger bi rastî hûn yekîtiyê, tifaqê dixwazin, di vî warî da samîmî ne, dev ji ”komxebatan, konferansan” berdin, fermo tifaqê, yekîtiyê bikin, cepheyeke netewî ava bikin.

Li Kurdistana Başûr bi ber bêtifaqiyê desthilata kurdan di bin gefeke mezin da ye.

7-8 meh di ser hilbijartinan ra derbas bûye hîn hukûmet ava nekirine û kes êdî qala avakirina hukûmet mukûmetê jî nake.

Li Kurdisrana Rojava gavek baş hat avêtin, hêzên kurd tifaqek baş çêkirin.
Lê Tirkiye dixwebite bi alîkariya Evdila Ocalan desthilata kurdan bi bedelekî mezin ava kirine teslîmî çeteyên îslamî û Tirkiyê bikin. 

Di vî warî da di nabêna kurdên miletperwer û yên hevalên dagirkeran da şerekî mezin heye,

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar