Bi qasî ez dibînim û fêm dikim PDK û YNK´ ewê ji me ra tu hukûmet, mukûmetan ava nekin. Koalîsyona wan mumkûn xuya nake.
Ya baştir PDK û YNK Kurdistanê li hev par bikin.
Bira mala Barzanî hukûmeta xwe çêke, mala Talabanî jî hukûmeta xwe çêke. Wê demê teşxeleya koalîsyonê namîne.
Berê tim digotin îro, sibe emê mizgîneke xêrê bidin we. Ev demeke qet qala mizgîna xwe nakin.
Bi payina li bende mizgîna xêrê em kevzikî bûn bira...Êdî ez bawer nakim li hev bikin. Çimkî ji hev ditirsin, ji hev bawer nakin; heta bi çavê dijmin li hev dinêrin.
Bingeha dijminatiya nabêna PDK´ê û YNK´ê pir kûr e. Heta ev nifş, ev kes sax bin, dilê wan ê tu carî li hev sipî nebe.
Heger hûnê meclîsê venekin, hukûmetê çênekin, wer xuya dike hûnê nekin, çimkî hûn berjewendiyên xwe yên şexsî û malbatî di ser yên netewî ra digrin.
Wê demê dev ji xapandinê berdin û dezînformasyonê berdin, Kurdistanê di nava xwe da berçe bikin. Bira beşek ji mala Barzanî ra be, beşek jî ji mala Talabanî ra be.
Bêyî perçekirina Kurdistanê di nabêna malbata Barzanî û Talabanî da ez tu çareserîyeke din nabînim.
Min digot belkî Amerîka, Fransa wan mecbûr bike, ew jî nakin. Ew bixwazin kanin wan mecbûr bikin.
Wê demê hûnê jî, miletê jî ji vê teşxeleyê xelas bibe.
Madem hûn li hev nakin, hûn naxwazin dev ji kursiyên xwe berdin û milyarên dikevin bêrîkên we kêm bibe, wê demê Kurdistanê li hev par bikin û dawî li vê teşxeleyê bînin.
Bira nîvê Kurdistanê ji mala
Barzanî ra be, nîvî jî ji mala Talabanî ra be. Wê demê ev teşxele jî namîne, mesele çareser dibe. Bira du Kurdistan hebin.
Bi bawerîya min çêbûna du Kurdistanên bi hukûmet ji vê kaosê çêtir e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar