Do li Xarpêtê(Elezîzê)di maça Wanspor û Elazigsporê da teşxele derket. Alîgirên Elazigsporê ji trîbûnan tişt avêtin ji nava sahê da. Serê hakem şikya. Rezervazyonên otêlê betal kirin. Maç betal bû.
Alîgirên Elazigsporê êrîşî alîgirên Wansporê kirin, bûyerên ne xweş çêbûn.
Ev ne cara ewil e di nava siporciyên xarpêtî(Elezîz sporê) û kurdên bajarên din da teşxeleyên ne xweş derdê.
Sporciyên xarpêtî ji taximên kurdan hez nakin, tim bûyeran derdixin.
Xarpêt ji berê da ye(100 sal e) dewletê kiriye bajarekî faşîst, bi alîkariya dewletê hêzên antî-kurd lê xurt in.
Bûyeran berî maçê bi rojekê dest pê kiriye. Berî maçê bi çend seetan rezervazyonên li otêlan hatibûn kirin, giş betal kirine. Qafîleya sporciyên wanê ciyê raketinê nedîtine, çûne Çewlikê.
Lê ne ev tenê, gef li sporciyên wanî xwarin, tiştên pir giran gotin. Bû wek şerê Ukrayna û Rûsyayê.
Xarpêt di salên 1970-1980´î da jî wek hêlîna faşîstan bû. Wasîteyên bi plaqeyên Dîyarbekrê, Mêrdînê, Wanê û gelek bajarên din ên Kurdistanê newêrîbûn ji Xarpêtê derbas bin.
Bingehekî vê yekê yê sosyolijîk, tarîxî, sîyasî heye. Dewleta tirk, kemalîstan demografîya Xarpêtê guhertin.
Xarpêt berî Serîhildana Şêx Seîd kelayeka kurdan bû,
alîgirên Şêx Seîd li Xarpêtê xurt bûn.
Piştî têkçûna Serîhildana Şêx Seîd dewletê dest bi guherîna demografîya Xarpêtê
kirin.
Di nabêna 1925-1927´da bi hezaran mahcir(qereçî û yên din)ji Romanyayê anîn, li
Xarpêtê bi cî kirin.
Çend salan nabên dan koça ji Romanyayê, di nabêna 1934-1938´a da dîsa ji
Romanyayê bi riya mubadeleyê bi hezaran însan anîn, li Xarpêtê, herî zêde jî li
navçeya Kovancilarê bi cî û war kirin.
Dewletê ji wan ra xanî çêkirin, ew xistin kar, qirêdî dan wan, ew kirin xwedî
kar.
Kesên anîbûn kirin zilamên dewletê û neyarên kurdan.
Eynî tişt anîn serê Erzîncanê jî. Kemalîst ditirsiyan Erzîncan bibe paytexta,
kela Kurdistanê. Bi lez demografîya wê jî guhertin, ew jî kirin bajarekî tirkan
ê antî kurd.
Ji Bûlgarîstanê û Yûnanîstanê jî bi sedhezaran koçber anîn
li Kurdistanê belav kirin.
Guhertina demgrafîya Kurdistanê piştî Şerê Cîhanê yê Yekê, Serîhildana Şêx Seîd
û Serîhildana Dêrsimê bi berfirehî hat domandin.
Ji Balkanan, ji Kafkasan, ji Îranê, ji Çînê Uygur anîn li hin bajarên
Kurdistanê yên sitratejîk bi cî kirin.
Koça Uyguran ji 1940´î heta 1960´î dom kir. Hin uygur li Wêranşarê jî bi cî
kiribûn, erd dabûn wan. Lê piştî çend salan bar kirin, çûn metropolên Tirkiyê.
Piştî 1980´î jî dîsa dest pê kirin, vê carê ji Afganîstanê Ozbek anîn, li Serê
Kanîyê û li hin derên din bi cî kirin.
Meriv van koçberên dewletê di 100-150 salên dawî da li Kurdistanê belav kirine
li Amedê, li Bismil, li Wanê, li Betlîsê, li Xarpêtê, li Erzeromê, li Mûşê, li Çêrmûgê,
Swêregê, Erxeniyê, li Serê Kanîyê, li gelek wîlayet û qezayên Kurdistanê
dibîne.
Yanî xarpêtiyên neyartîya kurdan dikin, êrîşî alîgirên Wansporê dikin piranîya
wan koçberên romen in, zilamên dewletê ne, dewlet bi gelek riyan û metodan wan perwerde,
sewq û îdare dike. Hêzên faşîst, partiya MHP´ê li Xarpêtê bi destê dewletê
hatiye xurtkirin.
Yanî êrîşên ser siporciyên Wansporê, Amedsporê îdeolojîk e, antî-kurdîtî ye. Êrîşkar
çeteyên dewletê ne. Dibê em tarîxa xwe, bingehên civakî, sosyolojîk ên van
êrîşan bizanibin.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar