28 maj 2025

PKK çi bike hin kes li dij in

Di van salên dawî da gelek kesan digotin dibê PKK êdî dev ji şer berde, şer ji feydeyê bêtir êdî zirarê dide miletê kurd. Ez bi xwe jî yekî ji wan kesa me.
Ez hîn jî wer difikirim. Ji bo Kurdistana Bakur şerê çekdarî bêfêde ye, zirareke mezin dide tevgera kurd a netewî.

PKK´ê xwe fesx kir, got me dev ji şer berda, dîsa PKK´ê rexne dikin.
Ew kesên berê li dijî şerê çekdarî bûn, nuha jî li dijî çekdanîna PKK´ê ne. Îcar jî çekdanîna PKK´ê rexne dikin. PKK çi bike ne bi dilê wan e, xwe fesx dike jî rexne dikin.

PKK´ê rexne dikin, dibêjin dewletê tiştekî nede, PKK´ê doza miletê kurd firot Tirkiyê.
Heyran, PKK´ê şer dikir hûn li dij bûn, dev ji şer berdaye hûn dîsa li dij in. PKK baş jî bike, xerab jî bike hûn li dij in.

Li gorî fikrê min dewlet mafekî herî biçûk jî nede kurdan, PKK´ê belaş, bêyî tiştekî ji dewletê bigre dev ji şerê çekdarî berdan rast e, baş e.
Em peymana nabêna Tirkiyê û Evdila nizanin. Lê ez jî bawer nakim Tirkiyê soza tu mafan dabe PKK´ê. Lê çi be jî PKK nemîne, dev ji şer berde li kara kurda ye. Ez wer bawer dikim

Nemana PKK´ê û rawestandina şer ji miletê kurd baş e. Hebûna PK´ê fêdê dide dewleta tirk, zirarê dide kurdan. 

Tirkiyê bi navê piştgiriya terorê mala kurdan şewitandiye, bi hezaran kurd di hundur da ne, bi hezaran jî revîyane derve.

Hebûna PKK´ê û şerê ew dike êdî bêyî zirarê tu xêrê, tu feydeyê nagihîne kurdan. Ji bo wê jî PKK û şerê çekdarî ji ortê rabe baş e, belkî riyeke baştir li ber kurdan vebe.

PKK nikane bi şer, bi sîlehê zora Tirkiyê bibe. 40 sal e ev rê hat ceribandin. Dîyar bû bi şer, bi sîlehê em bi ser neketin. 

Dewletê di gelek derbên pir mezin li kurdan xist. Şertên îro ne wek yên salên 1980´î ye. 

Dewleta tirk jî ne dewleta 40 sal berê ye.Di warê leşkerî û teknîkî da pir xurt bûye. 

Di van şertan da israra di şerê çekdarî da întîxar e.
Şerê çekdarî demekê rola xwe lîst, hin tiştên pozîtîf bi xwe ra anî, mesela kurd xist rojeva dinyayê. 

Lê ji zû da ye êdî zirarê dide kurdan.

Helbet ez viya ji bo Kurdistana Bakur dibêjim, ne ji bo Kurdistana Rojava. Kurdistana Rojava di warê leşkerî da dibê xwe xurttir bike. Li wir garantîya jiyana kurdan û desthilata wan hêza wan a leşkerî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar