Morgan Freeman pesnê zêde pisqilêtê daye. Li gorî wî kapîtalîzimê her çiqas pisqilêt çêkiribe jî kapîtalîst ji pisqilêtê hez nakin. Çimkî xwediyên piqilêtê wek xwediyên otomobîlan fêdê nadin gerandina çerxa kapîtalîzmê. Di vî warî da çend numûne dane, gotiye:
-Kapîtalîzim ji piaqilêtê hez nake.
Çimkî ajotina pisqilêtê ji bo ekonomîyê xerab e.
Merivê pisqilêtê dajo erebê nakire, sotemeniyê bi kar nayne. Perê xwe nade sîxorteyê.
Erebê nabe serwîsê.
Perçeyên erebeyê nakire.
Û herî ya xerab jî bi sihet e, zû bi zû nexweş nakeve.
Merivê bi sihet naçe ser tuxtor, derman nakire.
Pisqilêta min tuneye, çimkî ez nikanim pisqilêtê bajom. Xwezî min bikanîbiya. Ji ber serpêhatiyekê nebû qismet ez fêr bibim.
di zaroktiya xwe da hinekî fêr bûm, dûra min dev jê berda.
Lê dîsa jî ez ne xwedî erebe me.
Ez jî benzînê nakirim, ez jî bacê nadim, tiştekî
sîxorte nakim, tiştekî nabim serwîsê.
Heqê parqê nadim, cezayên trafîqê, şaşparqkirinê nadim.
Siheta min jî li cî ye. Yanî him pisqilêtê najom, him jî siheta min li
cî ye.
Yanî bê pisqilêt jî meriv kane wan tiştan bi cî bîne û bi sihet be.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar