28 maj 2025

Şîreta Nêçîrvan Barzanî li kurdên rojava kiriye:Sûrîye welatê we ye, Şam paytexta we ye

Çaxa partiya DEM´ê û PKK veqetandinê, serxwebûnê naxwazin, Tirkiyê wek welatê xwe dibînin gelek kes wan rexne dikin, dibêjin vana bûne partiyên tirk, çimkî Kurdistanê, serxwebûnê naxwazin.

Lê Nîçîrvan Barzanî jî di vê axaftina xwe da eynî şîret li kurdên Kurdistana Rojava kiriye. Dibê hûn bibêjin Îraq welatê me ye, Şam paytexta me ye.
Gotiye di sala 2003´a da dema em çûn Bexdayê me jî eynî tişt kir.

Nêçîrvan Barzanî gotiye, me ji birayên xwe yên kurdên Rojava ra gotiye, "dibê hûn Sûriyê wek welatê xwe, Şamê jî wek paytexta xwe bibînin."

Gava partîya DEM û PKK Kurdistanê naxwazin, Anqerê wek paytexta xwe dibînin hin kurd bi gotinên giran wan rexne dikin.

Fermo guh bidin Nêçîrvan Barzanî, ew jî eynî tiştî dibêje.

Gotiye di sala 2003´a da me jî wer kir. Dibê hûn jî wek me bikin. Yanî şîreta Nêçîrvan Barzanî û PDK´ê li kurdên Kurdistana Rojava kiriye, Sûrîyê bikin welatê xwe, Şamê jî bikin paytexta xwe.

Axaftina Nêçîrvan Barzanî:
”Nesîheta me li birayên xwe yên kurd kir du sê tiştên konkret in. Yekem tişt, me got dibê hûn bi tifaq herin Şamê. Di sala 2003´a da dema em bi hev ra çûn Bexdayê tecrûbeyeke zor serkeftî bû. Dibê hûn xwe wek xwediyê Sûriya nuh bibînin. Li bende daweta Şamê nemînin. Hûn xwe bikin xwediyê Sûrîya nuh. Ev Sûrîye, Sûrîya we ye, Şam paytexta we ye.”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar