Îro li dinyayê ji miletên bêdewlet yê nufûsa wî herî zêde kur din. Nufûsa kurdan ji 40 mîyonî zêdetir e, welatê wan ji alî çar dewletan va hatiye dagirkirin û miletekî bêdewlet in.
Hêzên emperyalîst di dema Şerê Cîhanê yê Yekê da Kurdistan kirin çar perçe. Di vê perçekirinê da sûcê serokên kurdan ji yên emperyalîstan ne kêmtir bû.
Çimkî li hev nekirin, bêtifaq man, gişan bi hev ra dewleteke serbixwe nexwestin. Îro jî eynî tişt e, îro jî hîn bêtifaq in, îro jî li tu beşekî Kurdistanê serxwebûnê naxwazin.80-90 sal berê yên doza Kurdistana serbixwe dikirin di kêmasiyê da bûn, piranîy serokeşîr, mîr, beg û axayên kurdan bûn hevalên tirkan, ereban û farisan û li dijî Kurdistana serbixwe derketin.
Biratîya îslamî di ser serxwebûna xwe ra
dîtin. Lema jî li çar welatan man bindest. Ereb, tirk bûn xwedî dewlet, ew jî bûn êsîrên wan bindestên wan.
Dewletên do kurd perçe kirin, bûn sebebên bindestîya kurdan, îro dixwazin kurd ji bindestiyê xelas bibin, bibin xwedî dewleteke serbixwe.
Li başûr û rojavayê Kurdistanê şertên, bingehê vê yekê yên der û hundur tekmîl û kamil bûne. Lê dîsa serokên kurdan li tu beşekî Kurdistanê ne bi tifaq in û serxwebûnê naxwazin.
Li her çar perçên Kurdistanê hêzên mezin, yên xwedî hêzên çekdar naxwazin ji dewletên dagirker veqetin û dewleteke kurd ava bikin. Gişk dixwazin bi faris, tirk û ereban ra bimînin.
Li Kurdistana Başûr, Bakur, Rojava
û Rojhilat serokên kurdan nexwestina Kurdistaneka serbixwe eşkere teyid dikin,
dibêjin em naxwazin ji van dewletên dagirker veqetin. Em dixwazin Îran, Îraq, Sûriye û Tirkiye
demokrasiyê qebûl bikin û hin afên kulturî bidin me.
Yanî dem hatiye Kurdistaneka serbixwe çêbibe, şertên vê yekê temam e, dewletên mezin, yên Kurdistanê
perçe kirin destegê didin avabûna dewleteke kurdî, lê serokên me dîsa dibêjin na, em dewletê naxwazin. Di beyanên xwe da vê yekê eşkere dibêjin.
Li her çar perçên Kurdistanê jî serokên me bûne bela serê me. Li hemberî
serxwebûna kurdan, çêbûna dewleteke kurdî astengîya herî mezin serokên kurd in.
Dibê ev rewş biguhere, dibê kurd ji van serokên dost û dilxwazên dagirkeran
xelas bibin.
XXX
Fîlozof, teolog, keşeyê bi nav û deng Augustînus di heqê
dewletê da gotiye, ”Li welatekî edalet tunebe dewlet ji çeteyekî mezin pê ve ne
tiştekî din e.”
Em kurdên her çar perçên Kurdistanê vê rastiyê baş zanin.
Li dinyayê jî numûneyên vê rastiyê pir in.
XXX
Tu qitranê(qîrê)çiqasî bikelînî, bikelînî jî nabe şekir,
pîsa heram ewê li cinsê xwe here.
Dagirkerên welatê me 100 sal e naguherin, kîjan tê ji berî
xwe xerabtir dertê. Giş li bav û kalên xwe diherin.
Kîjan tê ser hukim meriv dibêje heft xwezî bi kefendizê berî
wî.
Rî dibe bihost dijmin nabe dost.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar