Danê êvarê bû, roj dikira biçûya ava. Kêrwîn ji bo ku wê şevê li çolê şevder bimîne haziriya xwe dikir.
Xortê selwan çû ba rêber, jê ra got:
-Keko, gelşeke me heye. 20 deve hene, lê 19 egalên* me hene. Egalek me kêm e.
Deveyek ewê bêegal bimîne.
Rêber ji xort ra got:
Rêber çi got, selwan çû wek wî gotibû kir. Deve xîya bû û
ranebû.
Roja din gava karwan bi rê ket, deve giş rabûn li dû hev rêz bûn, tenê yek ji
ciyê xwe ranebû.
Xortê selwan çû ji rêber ra got:
-Deveyek xîya bûye ji ciyê xwe ranabe.
Rêber pirsî:
-Deveyê bêegal mabû ye?
Xort got:
-Erê ew deve ye.
-Herin fena ku hûn egalê ji nigê wî vedikin bikin. Ya na ewê bibêje belkî
egalkirî ye û ji ciyê xwe ranebe.
Selwan çû nola ku egala nigê wî vedike kir. Deve got belkî nigê wî vebû, hêzî
ser xwe kir û da dû deveyên din.
Di jiyanê da hin însanan jî di eynî rewşê da ne, ew jî wek deveyê bêegal in.
Ne girêdayî ne, tu qeyd û merbend, tu egal di nigên wan da
tune ne, lê dîsa jî xwe wek deveyê egalkirî, girêdayî his dikin.
Çimkî sînorê azadîya wan bawerîya wan, îdeolojiya wan tayîn dike. Bûne
girtiyên, êsîrên bawerîya xwe.
*Egal, benê dixin nigê deve, pê deve xiya dikin. Egala serî jî heye. Wek benekî
reş e. Ereb di ser dismalê, çefîyê da didin serê xwe. Wek tîrmarekî reş î
ziravik e. Rengên din û pahn jî hene.
selwan jî şivanê deva ne
SvaraRaderaMin jî wer gotiye. Selwan, gavan, şivan û seyis. Seyis kesê li hespan dinêre, tîmar dike.
Radera