30 maj 2025

Li Amedê herin Qada Şêx Seîd û çend kitêban bikirin


Rojên Pirtûkên Kurdî li Amedê, li Derîyê Çiyê, li Qada Şêx Seîd di 27´ê mehê da dest pê kir, ewê heta 1´ê hezîranê dom bike.

Ji şansê weşanxaneyan yê xerab ra do li Amedê baraneke bi zirp barîye, gelek kitêbên wan telef bûne. Heta nuha nebarî bû, kanîbû du rojên din jî sebir bikira, lê nekir. Ji kurdan ra tim xerab tê.
Dîyar e weşanxaneyan jî ser standên xwe baş negirtine. Ez li ber ketim.

Pirtûka Kurdî û Weşanxana Pall jî li wir in. Kitêbên min li ba wan hene. Dibê Amedî miheqeq riya xwe bi Qada Şêx Seîd xînin û wek alîkarî çend kitêban bikirin.

Baranê zirareke mezin daye weşanxaneyan. Ji bo wê jî dibê amedî herin kitêbên mane bikirin. 

Bi kirîna 2-3 kitêban hûn feqîr nabin, lê ji bo weşanxaneyan alîkariyeke muhîm e. Dibê feqîrên weşanxaneyan zirarê nekin.

Demahûn çûn Qada Şêx Seîd, ji bîr nekin riya xwe bi standa Pirtûka Kurdê û Pall Weşanê jî xînin. 

Kitêba min Hebû Tunebû ji zarokên xwe ra bikirin. Bira zarokên we ji xemîşokên kurmancî bêpar nemînin.

Cî: Amed. Derê Çiyê, Qada Şêx Seîd.

Tarîx: 27.05-01.06.2025

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar