30 maj 2025

Em îro mîvanê kekê Omer Şêxmûs bûn


Îro ez û Keya Îzol mîvanê kekê hêja Omer Şêxmûs bûn. Kitêba xwe(bîranîn)û ya li ser xanima xwe Agneta Kling ji me ra îmze kir.

Rohat Alakom jî li wir bû, ew berî me hinekî çû.
Bîranînên wî bi soranî û bi erebî berê derketibûn. Nuha jî weşanxana DOZ´ê tirkiyên herdu kitêban çap kirine. Got kurmancîwan jî ewê çap bibe.

Min kitêb nexwendîye. Di rojên pêş da ezê bixwînim. Bîranînên kekê Omer Şêxmûs gelkî muhîm in. Ez meraq jî dikim.

Ew bi xwe ji Kurdistana Rojava, ji bajarê Amûdê ye. Lê wek sîyasetmedarekî herçar perçên Kurdistanê ye. Sîyasetmedarekî Kurdistanî ye, ne yê beşekî tenê ye. Sîyasetmedarên wiha kêm in.


Di sala 1975´a da bi Mam Celal Talabanî ra YNK ava kirin.
Omer Şêxmûs yek ji wan sîyasetmedarên kurd e ji her çar perçên Kurdistanê gelek siyasetmedaran nas dike, bi wan ra dostî û hevaltî kiriye. Bi wan ra serpêhatî û bîranînên wî hene.

Kesên Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê avakirine ev in :
1-Mam Calal Talabanî
2- Dr. Kemal Fuad
3- Nawşîrwan Mostafa
4- Dr. Fûad Masûm
5- Abdulrezzaq Mîrza Feylî
6- Adil Mûrad
7- Omar Şêxmûs



Li her çar perçên Kurdistanê maye, gerîya ye, bi salan li serê çiyan pêşmergetî kiriye. Hafiza wî jî pir xurt e. Ev  yek avantajeka muhîm e.


Ji bo wê jî bîranînên wî ewê pir dewlemend, zengîn û rengîn bin. Pir baş bû xemsarî nekir, bîranînên xwe nivîsî, tarîxa miletê xwe, nifşên li pey xwe ji serpêhatî û bîranînên xwe bêpar nehîşt.

Serokên me yên berê nedinivîsîn, lê nuha hêdî, hêdî kesên bîranînên xwe dinivîsin zêde dibin. Tarîxa miletan bi van nivîsan temam û tekûz dibe.
Gelek sipas ji bo xebata wî ya salan û nivîsîna xatiratên xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar