31 maj 2025

Ez li navê vî camêrî matmayî mam !


Berdevkê Komîsyona Hiqûqê yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan di Rûdawê da gazin ji Pakêta Dadê ya 10´a kiriye, gotiye ne li gorî daxwazên xelkê ye. 
Qey hukûmet dixwaze efûyekê derxîne, lê kurdan li derî efûyê bihêle. Wî jî ev yek wek neheqî dîtiye.

Navê wî bi min pir ecêb û sosiret hat, ”Ozturk Turkdogan”!*
Li gorî etîmîlojiya navê xwe dibê yekî xalis, muxlis, sedîsed tirk û pantirkîst be.

Lê min li bîyografîya wî nêrî ne wisa ye, camêr kurd e. Li Qersê hatîye dinê, lê ji Dêrsimê, ji qeza Pulumurê ye.

Kurdek, huqûqnasekî berbiçav çawa tehamulî vî navî û paşnavî dike aqilê min nagire, ez matmayî dimînin.
Ez bawer nakim li Tirkiyê bi vî navî kesekî din hebe. Min qet nebihîstiye.

Helbet nav wî li xwe nekiriye, bavê wî lê kiriye.
Paşnav wî li xwe nekiriye, dewletê li malbata wî, li bavê wî kiriye. Lê piştî meriv mezin bû meriv diguherêne.
Wek kurdekî çawa ji vî navî nerehet nabe, çawa kane bi navî bijî, vî nav û paşnavê xwe ji xelkê ra bibêje, bide nivîsîn ez fêm nakim.
Wek kurdekî meriv nav û paşnavekî derew, antî-kurd li ser xwe nahêle, diguhere.
Ozturk Turkdogan ne merivekî cahil û nezan e, abûqatekî meşûr e, berdevkê Komîsyona Hiqûqê yê DEM partiyê ye, dilê wî bixwaze kane di çend rojan da xwe ji vî nav û paşnavê qewmê wî, nasnama wî ya rast înkar dike biguherîne.
Dema naguhere jê hez dike. Heger ji navê xwe û paşnavê xwe hez nekira, kêfa wî ji nasnameyên antî-kurd ra nehata ewê ji ser xwe rakira.
Ozturk Turkdogan, demakê serokê Komela Mafên Mirovan(ÎHDê)bû. Yanî aktîvîstekî mafê mirovan e. Wek berpirsîyarekî mafê mirovan dibê ev nav û paşnav li ser xwe nehîşta.
Ez berpirsîyarê DEM partiyê bûma min merivekî bi vî navî û paşnavî nedikir berdekê komîsyona huqûqê. Çimkî nav û paşnavê wî li dijî huqûqê ye. Huqûq kurdekî nake tirk, ji kurdekî ra nabêje, ” Ozturk Turkdogan”!
Ji ber ew ne tirk e.

*Ozturk, yanî yê xalis, muxlis, sedäsed tirk.
Turkdogan, yê ji dîya xwe tirk bûye, wek tirkekî hatiye dinê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar