31 maj 2025

Kurd û erebên Îraqê xwe li hev serqot kirine


Hin partiyên Kurdistan Başûr li ser banga Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK´ê) li Pîrmamê civîyan.

Bexda li dijî peymana Herêma Kurdistanê bi hin şîrketên Amerîkayê ra çêkirin.
Bexdayê çend roj berê got, peymana Mesrûr Barzanî bi şîrketên Amerîkayê ra îmze kiriye ne qanûnî ye, ew vê peymanê qebûl nakin û meaşê mamûr û karkiran naşînin.

Li ser vê, PDK´ê banga civînekê kir, ji bo ku kurd li hemberî Bexdayê bi hev ra hereket bikin.

YNK, PDK, Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê û Gorana Kurdsatê beşdarî civînê bûne.

Newey Niwê, Helwest, Bereya Gel, Komela Dadê ya Kurdistanê û Gorana Zergeteyê beşdarî civînê nebûne.

Esas kurd û ereban tu carî li hev nekirine û ewê li hev nekin jî.
Kurdan di sala 2017´a da referandûma serxwebûnê çêkirin. Ji sedî 93´ê kurdan hemwelatiyên Kurdistanê gotin ew serxwebûnê dixwazin. Çara dibê kurd û ereb ji hev biqetin.

Sebebê kurd hetanî nuha bi ereban ra mene ji ber bêtifaqî û bêkêrîya serokên kurd in. Heger serokên kurdan jîr, zana û nasyonalîst bûna nuha Kurdistana serbixwe çêbûbû.

Piştî referandûma 2017´a dibê kurdan serxwebûna xwe îlan bikira. Heger ewê nekirana çima referandûm çêkirin?

Him serxwebûn îlan nekirin, him jî Kerkûk jî di nav da nîvî Kurdistanê dan ereban. Sûcdarê vê yekê jî serok û berpirsiyarên PDK´ê ne. Jê dêlî piştî referandûmê serxwebûna xwe îlan bikin, nîvê erdê Kurdistanê ji destê xwe derxistin.
Nuha jî motajî çend qurişên Bexdayê ne. Bexda gav û seet bi nedana meaşê mamûr û karkirina wan tehdît dike.

2 kommentarer: