Ukraynayê îro mala Rûsyayê şewitand, derbeke pir mezin li Rûsyayê xist. Ji 4 hezar km dûr, bi 472 drona 4 baregehên leşkerî bombebaran kir. Herî kêm 40 balafirên şer şewitîn. Zirar pir mezin e.
Ji destpêka şer û vir da ye cara pêşî ye Rûsya derbeke hewqasî mezin dixwe.
Bi balhilgiran, qamyonan droner derbasî Rûsyayê, Sibîryayê kirine.
Pûtîn kabîna ewlekariyê ban civîna bi lez kir. Texmîn ew e Rûsyayê jî îro, sibe bersîveke giran bide Ukraynayê.
Li ciyê rehetiyê mala hev şewitandin. Pûtîn gewî bûbû, bi ezmanan ra şer dikir. Digot belkî ewê di nava çend rojan da Ukraynayê teslîm bigire. 3 sal qedîya, herb hîn berdewam e.Şerekî herî ehmeqane ye, ne hewce bû, bêyî şer jî kanîbûn gelşa nabêna xwe çareser bikin. Lê Pûtîn çavsorî bûbû, çavê wî Ukranya dibirî, texmîn nedikir Amerîka û Xerbê vê alîkariyê bi Ukranyayê ra bike. Herdu serîyan jî malik li xwe wêran kirin.
Bi hezaran însan ji hev kuştin, bi milyonan bi çolan ketin. Bajarên hev wêran kirin, zirara madî bi qatirlîyonya ye.
Destpêkirina şer rehet e, lê sekinandin pir zor e. Û piştî vê malwêraniya mezin, dawîya dawî, zû dereng ewê li hev werin.
Dibê em kurd ji şerê filistîniyan û Îsraîl û yê Rûsya û Ukranyayê ders û ibretê bigirin. Hêvî dikim felaketa hatiye serê filistîniyan û Ukranyayê tu carî neyê serê me.
Şerê nuha ne wek şerê 100-200 sal berê ye. Mêrikan herba xwe bi robotan, bi droneran dikin. Yê me ew jî tune ye.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar