02 juni 2025

Bindestî pîs e dibê êdî em qebûl nekin

Li ser serdestan û bindestan hin pêkenînên, çîrokên Ezîz Nesîn ên manîdar û xweş hene. Ev teşbîha bi sê keran jî yek ji wan e.

-Sê ker li hev siwar bûbûn, diçûn.

Kerê li ser wiha digot:
-Ev çûna me baş xuya dike. Dibê em tim wiha herin.
Kerê di ortê da digot:

-Ne xerab e, ne jî baş e, em îdare dikin û diçin.
Kerê di binî da digot:
-Na wele, bi vî hawî çûna me ne baş e, dibê em viya xera bikin, ji nuh va rêz bibin.
Mesele ya kerê herî binî ye. Mesela rêzbûna ji nuh ve ye.
Ezîz Nesîn

Belê dibê dûzan,sîstem were guhertin, dibê em û dagirkerên me ji nuh ve li hev rûnin û bazareka nuh bikin. Dûzana îro li Îranê, li Tirkiyê, li Îraqê û Sûriyê heye ne adil e, em tê da bindest in, dagirker li kola me ne.
Bindestî pir xerab e, pîs e, dibê em biguherînin

XXX

Gotineke pêşiyên japonan dibêje:

-Ne ya te be megire, ne baş be meke, ne rast be mebêje, tu nizanibe hus be.

Şîreteke baş û di cî da ye, lê kêm kes guh didin vê şîreta rast û bi fêde.

XXX

Ji şair evîn, eşq pirsîne, gotine:

-Eşq çi ye?

Şair gotiye:

”Eşq, tu xwe dirêj dikê tu nagihîjê, tu digihîjê tu nikanî dest pê bikî, tu dest pê dikî tu nikanî berdî, tu berdidî tu nikanî ji bîr bikî…”

XXX

Mamoste ji xwendekarê xwe ra got:

-Jêbir, xelasîya kesên şaşiyê, çewtiyê dikin; ji wan ra lazim e.

Lîwik got:

-Na mamoste. Jêbir, ne ji bo kesên şaşiyê, çewtiyê dikin, ji bo kesên diwêrin şaşiya xwe, xetayê xwe rast bikin. Ji bo wan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar