Ez heyranê kilam û kurmancîya Semsûrê, Rihayê, Sirûcê, Mereşê, Sêwasê, kurdên Anadoliyê me.
Ji guhdarîkirina kilamên wan, meqamê kilamên wan têr nabim. Pir ji dil û bi
dilşewat dibêjin. Kilamên wan dilşewat in, mişt hesret û keder in.
Kurmancîya wan otokton e, xalis muslis e, dejenere nebûye, gelek peyvên li herêmeke din a Kurdistanê nemane hene.
Sitranên tu herêmeke Kurdistanê bi qasî sitranên herêma Ferêt, Semsûrê,
Mereşê, Sêwasê, kurdên Enedoloyê ne dilşewat in. Bi min wisa tê.
Di kilamekê da dibêje, ”Yî bi dilî xwe nezewice mirin jê ra zêrê zer e.”
Kilam a kê ye nizanim, gelek kes dibêjin. Lê tu kes bi qasî kurdên Konyayê û kurdên Semsûrê xweş nabêjin.
Min vîdeoya kilamê bi dest xist. Gotinên kilamê, sitranê li jêr e:
Oy oy etê, oy oy etê
keçka rindê dilê min ketê
Berî malî we mermer e
tu di ser ra her, were
yî kî bi dilê xwe nezewice
ne ji ometa Mihemed e
Yî kî bi dilê xwe nezewice
mirin jê ra zêrî zer e
Oy oy etê, oy oy etê
keçka rinda dilê min ketê
rinda min dane lawê metê
Serê biskan li piştê ketê
şevên reş in ditirsime
zivistane diqeflime
yîkî di nabêra dilî me keve
serê dil xençer lê keve
Oy oy etê, oy oy etê
keçka rinda dilê min ketê
rinda min dane lawê metê
serê dil xençer lêketê
*Etê, hekê, wek xîtabeke qedirgirtinê ji xweha mezin ra ya
jî ji kesa meriv wê wek xweha xwe ya mezin dibîne ra tê gotin.
Lê li herêma Ferêt û
di nav kurdên Konyayê da ji diya xwe ra, ji dayikê ra dibêjin etê.
XXX
Wansporê pêr(1/6)1-0 li hemberî Bantmansporê bi ser ket û
derbasî Lîga 1ê bû. Wansporê, lîstikvanên wê, birêvebir û alîgirên wê pîroz
dikim. Kêfxweş bûm. Xwezî Batmanspor jî derbasî Lîga 1ê bibûya.
Lê ev ne mimkûn bû, dibê yek biçûya, yek bima.
Herdu jî taximên me ne, ez ji herduyan jî hez dikim,
serketina herduyan jî min kêfxweş û dilşa dike.
Dibê alîgirên Batmansporê xemgîn nebin, birayê wan bi ser
ket, ne taximekî tirkan.
Îsal nebû, sala bê dora Batmansporê ye, îcar dilê me ewê ji
bo Batmansporê lêde. Em ji taximên welatê xwe, miletê xwe hez dikin, li hemberî
tirkan dilê me tim bi wan ra ye.
Pişta Amedsporê xurttir bû.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar