Rûdawê xebera programa serokê MHP´ê Devlet Bahçeliyê pantirkîst û neyarê miletê kurd a Cejna Qurbanê daye.
Gotiye Devlet Bahçelî di
7´ê hezîranê da ewê ji kerema xwe ra here cejna DEM partiyê jî pîroz bike.
Hîn eydî nehatiye, mêrik hîn neçûye, ji nuha da nizgîniya serdana wî dane.
Fena ku bibêje di 7´ê hezîranê da roj ewê li kurdan hilê, zatekî, muhteremekî
wek Devlet Bahçelî ewê li xwe deyne, ewê wê nefsbiçûkiyê nîşan bide here
serdana DEM partiyê.
Ne Rûdaw tenê, gelek kurdên din jî Devlet Bahçelî zêde diwerimînin.
Gurrîyê tirkan li ber çavên me kirine gulîsor.
Em nemirin emê hîn gelek ibret û sosirtan bibînin. Bi bawerîya min ne hewceye meriv faşîstê durû hewqasî mezin bike. Tirk bi zanetî wî didin pêş, reqlama wî dikin.
Serê Devlet Bahçelî pir mezin dikin. Devlet Bahçelî pantirkîstekî neyarekî miletê kurd e, dixwaze bi silavekê kurdan bixapîne.
XXX
Ka werin vêsê em bîstekê guh bidin hemşeriyê minê bilûrvan,
Ehmedê Kumnexşî.
Ji bera me Xamoya Hemzê Biro û xalê min Reşo, herdu jî bilûrvanên
pir baş bûn. Apê Hemzê bi bilûra xwe keç ji malan derdixist, kerîyê pez nediçêriya,
lê guhdarî dikir. Herdu jî çûne rahmetê.
Bilûrvanên me bi dirana li bilûrê dixin, ne bi lêvê.
Li Wêranşarê dawetên gundan bi bilûrê bû, def di dawetên
gundan da nedihat lêxistin.
Di zaroktîya min da tê bîra min, li bajêr jî di dawetan da
bilûrvanan li bilûrê dixist. Muzîka dawetên Wêranşarê bilûr û dev û zurne bû, înstrumentên
din li ba me bi kar nedianîn.
XXX
Tiştekî dûrî aqil e lê rast e. Xelk 4000 km ji dûr kane bi
kompîtorekê hewqas balafirên welatekî îmha bike. Ev çi teknîk e bavo ?
Êdî ne hewceyî şerê cepheyî û bi sedhezaran leşker e. Robot,
drone her herbê dikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar