Di medyaya sosyal da carnan hin gotinên pir beradayî bi ber çavên meriv dikevin. Meriv lê matmayî dimîne. Feqet meriv nikane xwe berbayê her dînî xîne.
Navê wî nayê bîra min, çendakî berê yekî di parvekirineke xwe da gotibû ”israra
di sosyalîzmê da israra di însanîyetê da ye.”
Yanî yê sosyalîst nemîne, di sosyalîstiya xwe da israr neke ji însanîyetê
derdê, dibe heywan.
Rojnameya Serxwebûnê di jimara xwe ya dawî(521´ê)da ev gotina kopî kiriye, çerx kiriye, gotiye:
Sernivîs bi tirkî ye.
Yanî çi?
Gotineke pirr vala, pirr beradayî ye.
Gotinên dînan bûne wecîz û aforîzma.
Qey hinek dixwazin hevalên Serxwebûnê ji însanîyetê derxînin, ew jî viya qebûl nakin, dixwazin însan bimînin. Û gava însan bimînin ewê bi sosyalîst bin jî.
Li gorî vê analojiya Serxwebûnê yê ne sosyalîst be ne însan e. Însanmayin û sosyalîzim sîyamên hev in, cêwiyên bi hevve ne.
Demagojîyeke pir beradayî ye, lê dikirin pir in.
Sînorê dînîtiyê tune ye. Û yên didin dû dînan, ji wan ra li çepikan dixin pir in.
XXX
Şîreteke fîlozofê alman Arthur Schopenhauer a xweş heye.
Camêr gotiye:
”Meriv kane li her însanî guhdarî bike, lê belê her însan ne
hêja ye meriv pê ra bipeyive.”
Di jiyanê da meriv hêdî hêdî vê rastiyê fêr dibe. Hin kes
hene meriv lê guhdarî neke, nivîsên wan nexwîne baştir e. Dibê meriv wexta xwe
nede tiştên bêfêde û bi zirar. Di dawiyê da meriv poşman dibe.
Di medyaya sosyal da kesên wiha pir in, jê dûr kevin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar