Go bûk bi dilê zavê ye çi pilepila melê ye, çi gote gote xelkê ye.
Heyra Evdila Ocalan û dewletê li hev kirine, hevalên wî jî ji lihevkirina serokê xwe razî û memnûn in, em çima xwe diqeherînin, xwe li ber baranê şil dikin?
Em çi bibêjin jî badilhewa ye, tu tesîreke rexneyên we tune ye.
Mêrik miletê xwe kiriye zibil û jê ra bindestiya ebedî pêşniyar dike. Evdila berê jî gelek caran tiştên wiha gotine.
Bi ya min peymana wan çi be jî PKK nemîne, sîlehên xwe deyne baş e, rast e, li xêra miletê kurd e.
Bêguman dibê meriv vê sosiretê rexne bike. Lê rexneyên me tiştekî naguhere. Şalê PKK sedîsed nekeve bin emrê Evdila, her pêşniyara wî qebûl neke. Çimkî Evdila tam tiştê dewleta tirk dixwaze dike.
Bi ya min peymana wan çi be jî PKK nemîne, sîlehên xwe deyne baş e, rast e, li xêra miletê kurd e. Ez vê biryara PKK´ê rast û baş dibînim.
Lê dewleta tirk bi fexa PKK´ê qîma xwe nayne, çav berdaye Kurdistana Rojava. Tirk dixwazin vê desthilata kurdan ji ortê rakin. Dibê meriv li dijî viya be, vê êrîşa tirkan berteraf bike.
XXX
-Însan ji bo ku bejnên xwe bixemilînin serwetekê xerc dikin,
ji bo ku aqilê xwe bixemilînin tu tiştekî nakin.
Ji bo wê ye piranî ji derva dibriqin, ji hundur xerabe ne
Dîjojen
XXX
Navên endamên heyeta kurdî ya ewê here bi hukûmeta Sûriyê ra danûstendinê bike diyar bû. Endamên heyetê 9 kes in. Sê kes ji PYD, sisê ji ENKS´ê, sisê jî ji partiyên din in.
Hilbijartineke heta hûn bixwazin baş e. Bi vê hilbijartinê
pir kêfxweş bûm. Kesên ev heyet avakirina pîroz dikim.
Hêvî dikim ew jî li hemberî zextên neyarên me serên xwe
netewînin, mafê gelê xwe yê netewî biparêzin, ji gelê xwe ra karekî baş bikin.
Siyasetmedarên Kurdistana Rojava karên pir baş dikin, aqûbeta
li serê kurdên Kurdistana Başûr be.
Beyana Mezlûm Ebdî


Inga kommentarer:
Skicka en kommentar