05 juni 2025

15 sal berê kê texmîn dikir Kurdistana Rojava ewê were rizgarkirin?

Surprîzên dinyayê pir in, carnan li hemberî tiştê diqewime meriv matmayî dimîne, devê meriv ji hev dihere.

Çawa ku meriv nizane merivê kînga bimre, her wisa jî meriv nizane kînga li kîjan beşê Kurdistanê ewê çi biqewime.

Meselen, 15-20 sal berê yek kurdekî tenê jî bawer nedikir, texmîn nedikir li Kurdistana Rojava kurdên werin vê merhela îro, ewê bibin xwedî ordîyeke 85 hezar çekdar, xwe îdare bikin, kurdî bibe zimanê resmî û perwerdeyê.

Helbet ev ji xwe ber nebû, hinekan kir. Aktor û subjeya kurd anîn vê merheley îro PKK ye. 

Dibê meriv heqê Sezar bide Sezar. 

Dibê meriv heqê camêran nexwe. Bi mêranî, bedelekî pir giran û canfedayiyeke bêhempa Kurdistana Rojava rizgar kirin, kurd kirin xwedî desthilat.

Kurdistana Rojava jî di praktîkê da bi qasî ya Başûr azad e û xwedî hukim e.

863. 388 xwendevan di 4130 dibistan û zanîngehan da dixwînin.
43.099 mamosteyên kurdî hene.

20-30 sal kê bigota 15-20 salên din Kurdistana Rojava ewê rizgar bibe û kurd ewê xwe îdare bikin, ewê bi meriv bikenîyana.

Ya muhîm tiştê bi bedelekî pir giran û bi qehremaniyên bêhempa hatiye bidestxistin ji dest nedin. Tirk dixwazin vê hukûmet akurdan têk bibibin.

Tiştê 15-20 sal berê kesî jê bawer nedikir, îro rastîyeke konkret e.
Kî zane belkî tarîx surprîzeke wiha ji bo Tirkiyê û Îranê jî bike.
Di heqê Kurdistana Başûr da ez hinekî bêhêvî me.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar