Îro him roja pêşî ya eydîyê ye, him jî înî ye. Ji vêsê da ye meleyê mizgeftê dîsa bi hoperlorê erd û ezmên dihejîne.
Di hundurê malê da ez ji guhan bûme, nayê kişandin. Ji Amedê xerabtir e. Bi
navê azadiyê, demokrasîyê meriv vê zulmê xelkê nake, însanan bi vî hawî nerehet, aciz nake.
Rojên îniyan û eydîyan bi sedan însan li saha futbolê kom dibin û di hoperlorê da dest bi "alah u ekber, alahu ekber" dikin. Êdî di mizgeftê hilnayên.
Swêdî teslîm bûne, nikanin, newêrin
îtîraz bikin.
Di 4´ê tebaxê da ezê ji vî ezabî xelas bibim. Li wir jî mizgeftek heye, lê pir dûrî min e, ewê deng neyê min.
Swêd bi navê demokrasiyê, azadiyê hêdî hêdî dibe welatekî misilman. 20-30 salên din erebî wek swêdî zimanekî resmî yê dewleetê ye.
Jixwe nuha jî tu kanî bi erebî li her dahîrê karê xwe bimeşînî.
Swêda berê bû xewneke xweş. Swêd êdî ne Swêda berê ye, welatekî din e, civateke
din e.
Di vê nabênê da ez viya jî bibêjim. Îro, 6´ê hezîranê roja neteweyî ya Swêdê ye. Tahtîl e, dahîre girtî ne.
Di sala
1983´a da 6´ê hezîranê kirin roja netewî û ji 2005´a vir da ye 6´ê hezîranê wek rojeke tahtîlê ye. Berî 2005´a rojeke Swêd a netewî tunebû.
Roja netewî ya Swêd pîroz be !
XXX
Îro geh hinekan telefonî min kir, geh min telefonî hinekan
kir.
Dû ra dor hat xanimê. Îcar wê dest pê kir bi dîya xwe ra
peyivî, bi bûka xwe ra peyivî.
Ev telefon, ew telefon, min hew dît roj qedîya, tew bû şev
nîvê şevê jî.
Di telewîzyonê da em rastî fîlmê Mr. Bean efendî hatin.
Zêdeyî saet û nîvekê ye em lê temaşe dikin. Destê meriv ji
macera û komedîyên wî, ji ehmeqiyên wî nabe. Em hîn jî lê temaşe dikin.
Mêrik kûpê aqil e.
Yanî min îro bêyî nivîsa rojê tiştekî din nenivîsî.
Carnan tembelî min digre. De bira îro jî qurbana Mr. Bean
efendî be.
Seet 23.00 nîvê şevê ye. Fîlmê Mr. Bean jî li ber qedandinê ye. Êdî wexta raketinê ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar