07 juni 2025

Murîd û murşîdên sîyasî

Murîdî di îslamê da, di tesewifê da zilamtiya, qûltiya şêxekî, murşîdekî ye. Murîd, sedîsed girêdayî şêxê xwe, murşîdê xwe ye, ji gotina wî dernayê.

Murşîd kesê rêber e, murîd dide dû wî, her gotina wî, dixwaze bira ew gotin gotineke pir berradayî be, dîsa jî jê ra ayet e, wê bi koranî diparêze.
Lema murîd tu carî li dijî gotina şêxê xwe, murşîdê xwe dernakeve. Mûrşîd çi bike, çi bibêje murîd tesdîq dike, diparêze.
Çimkî murîd ne kesekî xwedî îrade ye, îradeya xwe teslîmî şêxê xwe, murşîdê xwe kiriye.

Ji bo wê jî di fikrên xwe da ne azad e, ne xwediyê fikreke şexsî ye, papaxanê şêxê xwe ye.
Şêxê wî, murşîdê wî çi bibêje ew wê gotinê, wî karî bi ruh û can diparêze.
Murîdtî ne di tesewifê tenê da, di sîyasetê da jî heye. Murîdên siyasî jî hene.
Hin kes bûne şêxên, murşîdên netewî û bi hezaran jî murîdên wan çêbûne.
Şêxê bi navê Evdila Ocalan ji neyarekî pantirkîst xerabtir henekê xwe bi kurdî kiriye, gotiye ”kurdî zimanekî bêkêr e, civata kurd pîsî ye, sergo ye”, murîd dibêjin murşîdê me rast gotiye, jê ra li çepikan dixin.
Meriv ji çavên xwe, ji guhên xwe bawer nake, hewqas kesên welatparêz, fedekar, zana çawa van heqaretên Ocalan li miletê wan dike rast dibînin? Meriv matmayî dimîne.
Serok û şêx û murşîdên ereb, tirk û farisan miletên xwe, zimanên xwe, kulturên xwe bi pêş dixin, bi asîmanan dixin, ew bi xwe tiştekî li kultura xwe, li zimanê xwe, li edebîyata miletên xwe zêde dikin, yê me miletê xwe, zimanê xwe dike zibil, dike sergo.
Miletekî ne tu milet be, ifara, hûrikên mûrikên, bermayîyên miletên din be, sergo be, zimanê wî jî ne tu ziman be, zimanekî beradayî be ne layiqî aadiyê û serxwebûnê ye. Miletekî dibê nemîne, ji ortê were rakirin.
Serok, murşîd viya dibêje, gelek murîd hîn jî şiyar nebûne, dev ji murşîdê xwe bernadin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar