07 juni 2025

Min kitêbxana xwe ji kitêbên tirkî paqij kir


Em haziriye barkirinê dikin. Tiştên ewê werin avêtin û tiştên emê bi xwe ra bibin em ji hev digrin.

Min îro dest bi paqijiya kitêbxaneya xwe kir.
Min kitêbxaneya xwe ji kitêb, roman, kovar, bîranîn, şiîr, ferheng û ansîklopedîyên tirkî paqij kir. Min kilasîkên dinyayê hîştin.
Min ji wan hinek xwendeine, hinekan jî belkî berî mirina xwe bixwînim. Destê min ji wan nabe.
Yên din min giş avêtin.

Min du torbe jî kitêbên swêdî dan aliyekî, ezê wan jî bidim ciyê kevnfiroş. Li nêzî mala me ciyekî destê duduya heye, ezê bidim wir. Ferheng, ansîklopedî û kitêbên edebîyatê ne.

Xanim jî ketiye qulik û paceyan, ew jî tiştên ewê werin avêtin derdixîne, nîşanî min dide, ji hev digre, dide alîyekî.


Di mesela avêtinê da carnan em li hev nakin, ew bêtir terfdara avêtinê ye, ez li dij im.
Yanî em herdu jî wek mûriyan dixebitin. Me nizanîbû hewqas tiştên me hene.
Ê heyran 45 sal e em xwedî mal in, bibê nebê kûrik, qulik û pace ewê tije bin.
Min kitêbên kurdî û klasîkên dinyayê yên bi tirkî hîştin, kitêbên tirkî yên ne li ser kurd û Kurdistanê, li ser çi dibe bira bibe, min gişk avêtin.

Ev cara sisiya ye ez vê paqijiyê dikim.
Ji kitêbên li ser kurdan ezê hinekan bidim Kitêbxana Kurdî. Hebûna wan a li Kitêbxanê baştir û bi fêdetir e.
Min berê jî 6-7 kartonên mezin da.
Çendakî berê min çend kitêbên li ser folklora kurdî bir da kekê Newzad Hirorî.
Lê hinek hîn mane, berî barkirinê ezê wan jî bidim Kitêbxana Kurdî. Ez ji berêvkê da didimê.

Hin heval, nas, dost kanin bibêjin çima te hewqas kitêb avêtin, te bida hin hevalan?

Ne kitêbên li ser kurd û Kurdistanê bin ez naxwazim kitêbên tirkî bidim tu kurdî, bibim sebebê bi tirkî bixwîne. Ji bo wê jî min neda kesî. Belkî jî talib jî tunebûya.

Ya din jî hevalên min her yek li derekê ne, kê ji bo çend kitêban bide rê, were mala me.
Herçî ferheng û ansîklopedî ne jixwe êdî kes li wan nanêre, çimkî tiştên di wan da û yên ji wan zêdetir di netê da, dijîtal hene.

Telefona destê her kesî, kompîtora her kesî ferheng û ansîklopediyên herî mezin û zengîn in. Ji bo wê jî êdî kes li ferheng û ansîklopedîyên fizîkî nanêre.

Dema min kitêbên avêtinê ji refa kitêban diniqand pilepile xanimê bû, ji alîkî da ji bo ku kitêb kêm dibûn kêfa wê dihat, ji alîkî din da jî digot bi hezaran perê me ket van kitêban, nuha jî em perê xwe davêjin çolê.
Rast digot, lê jiyan wiha ye, meriv tiştan, kitêban, kincan him dikire, him jî davêje.
Îro em neçûn derve, nemeşîyan. Lê jixwe îro ne roja meşê bû, bayekî pir dihat. Dema me çû kitêb avêtin, me dît bayekî pir heye, meriv di ber bê diçû. Lema me îro meşa xwe betal kir, me wexta xwe da karê hundur.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar