08 juni 2025

Kufurbazîya Can Yucelê tirk


Can Yucel şair û wergerekî tirk e, di sala 1999´a da mir. Yucel bi şexsîyeta xwe, bi zimanê xwe şairekî balkêş bû. Di şiîrên xwe da zimanekî rojane, lê hinekî qebe û xeberokî bi kar dianî.
Yekî li dijî sîstema Tirkiyê bû, araqvexur bû, kufurbazekî meşûr bû. Lê xelkê ji ji zimanê wî yê argo, ji kufriyên wî hez dikir, dixwestin kufurbaz bimîne.

Di nivîseke xwe da gotiye, "li Tirkiyê ji bo ku tu li jiyanê bimînî dibê tu ji sê tiştan yekê bikî:

Ya tu yê xwe li dînîtiyê deynî, ya tu yê têkeve hefsê têr xebera bidî, ya jî tu yê serxweş bî."

Wî di saxîya xwe da alternatîfa sisiya hilbijart, tim serxweş bû, lê di eynî wextê da kufurbazekî meşûr bû. Him baş vedixwar, him jî pir baş xeber dida, kufurbazekî bi nav û deng bû.
Rojekê di ahengekê da dema dest bi xwendina şiîrê dike kuxukê pê digre, kuxuka wî gelkî dajo.
Piştî kuxuk disekine, dibêje:
”Dibê hûn bizanibin kuxuk ne şiîr bû.”
Wiha dibêje û ji sahnê dadikeve, dike here rûne.

Her kes matmayî dimîne, li hev dinêrin, dibêjin ”ecêba giran,

cara pêşî ye Can, bêyî xeberekê bide, çêrekê bike ji sahnê

dadikeve.”

Atmosfera ecêb a salonê, ken û pitepita milet bala wî dikşîne,

paş da vedigere ser dikê, radihîje mîkrofonê, dibêje:

”Vê êvarê min nîha serê we, li qusûra min nenêrin.”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar